Hevşaredarê Şemrexê hat binçavkirin
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, jendermeyan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevşaredarê Şemrexê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, jendermeyan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevşaredarê Şemrexê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, jendermeyan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan û welatiyên bi navê Alaattîn Urek, Mehmet Şik, Hîkmet Eres û Adem Dogan hatin binçavkirin.
Hat ragihandin binçavî birine Qereqola Jendermeyan a Navçeya Şemrexê.
Beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê gelek Hevşaredarên DBP'yî hatibûn binçavkirin, 18 jê hatibûn girtin û hinek jî ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.