Li dijî encamên hilbijartinê yên li Danîmarkayê îtiraz hat kirin
Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Danîmarkayê, li dijî encamên hilbijartinê îtiraz kir.
Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Danîmarkayê, li dijî encamên hilbijartinê îtiraz kir.
Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Danîmarkayê, li dijî encamên hilbijartinê îtiraz kir.
Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Danîmarkayê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Li ser navê Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê em spasiyên xwe pêşkêşî her kesên dengê xwe dan HDP'ê û hemû dildarên HDP'ê dikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî encamên hatine aşkerakirin HDP'ê li Danîmarkayê 4.671 deng stendiye, lê belê li gorî hesabê wan, ev encam ne rast e.
Koordînasyonê da zanîn ku herî kêm 1.300 dengên HDP'ê hatine dizîn û diyar kir ku îtiraz û giliyên di vî warî de ji aliyê parêzerên HDP'ê ve hatine kirin.
Koordînasyona da xuyakirin ku li gorî çavdêriyên wezîfedarên sindoqan, ji hin kîsan bi tenê deng ji AKP'ê re derketin û ev qat bi qat hatine zêdekirin û morkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji pisûlayên zêde yên ji Danîmarkayê re hatine şandin, agahiyek nîne û hat gotin ku der barê tespîtên hatine kirin de li cihên pêwîstî gilî hatine kirin.
Koordînasyonê got, "Tevî vê hilbijartina neheq û antî demokratîk, em spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya gelê xwe û xebatkarên kedkar ên bi şev û roj xebitîn, dikin."