HDP li dijî encamên Dêrsim û Edeneyê derket
HDP li dijî encamên hilbijartinê yên li Dêrsim û Edeneyê derket.
HDP li dijî encamên hilbijartinê yên li Dêrsim û Edeneyê derket.
Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê û Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, li dijî encamên hilbijartinê yên li bajarê xwe derketin.
Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu û Serokê Rêxistina HDP'ê yê Dêrsimê Aslan Çag îtirazî encamên hilbijartinê yê bajar kirin. Onul û Çag ên hatin Edliyeya Dêrsimê têkîldarî yekkirina lîsteyan û dengên derbasdar nehatine dîtin îtirazî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr kirin. Onlu dema derketina ji edliyeyê de diyar kir ku encamên 1'ê Mijdarê encamên ku dihat hêvîkirin nebûn.
Onlu bilêv kir ku ji ber zext û pêkanînên nedemokratîk ên li dijî HDP'ê nekarîne xebatên hilbijartinê bimeşînin. Onlu destnîşan kir ku li Dêrsimê 253 deng ferq heye û wan jî îtiraz kirine. Di heman demê de li hemû navçeyan jî îtiraz hatine kirin û ew ê li benda encamên îtirazê bin.
Hate hînbûn ku eger îtiraz neyê qebûlkirin wê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê bidin.
EDENE
HDP'ê li Edeneyê jî îtirazî encamên hilbijartinê kir. Alîkara Hevserokên Giştî û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş bi heyetek ji Hevserokên Bajêr, rêveberên bajêr û parêzeran li Edliyeya Berê ya Edeneyê li dijî encamên hilbijartinê derket.