Ozdemîr: Partiya Merkel li Enqereyê xwedî dostên ecêb e

Hevserokê Partiya Keskan (Grunen) a Elman Cem Ozdemîr da xuyakirin ku encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê dikare rê li ber pêla penaberan a ji Tirkiyeyê veke.

Hevserokê Partiya Keskan (Grunen) a Elman Cem Ozdemîr da xuyakirin ku encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê dikare rê li ber pêla penaberan a ji Tirkiyeyê veke. Ozdemîr destnîşan kir ku Angela Merkel û partiya wê, li Enqereyê xwedî 'dostên ecêb (AKP)' ne.

Ozdemîr ji Radyoya Hessen (hr1) re axivî û got, "Erdogan Tirkiye veguherandiye rejîmeke dişibe ya Pûtîn. Lewma dema mirovan nexwestin li Tirkiyeyeke bi vî rengî bijîn, divê mirov wan fêm bikin."

Ozdemîr diyar kir ku di encama hilbijartinê de para Hikûmeta Federal û Serokwezîr Angela Merkel heye û da zanîn ku serdana Merkel a meh Cotmeyê ya li Tirkikyeyê, destekek ji bo Erdogan û AKP'ê bû. Ozdemîr got, "Partiyên Yekîtiya Xiristina (CDU/CSU) û koalîsyona mezin a li Berlînê, li Tirkiyeyê xwedî 'dostên ecêb' in."

SERKETINA AKP'Ê TÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA AŞTIYA BI KURDAN RE

Ozdemîr da xuyakirin ku bi tena serê xwe desthilatdarbûyîna AKP'ê wê bibe sedema zextên nû li derdorên mûxalîf û rê li ber bidawîbûna pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re veke. Ozdemîr got, "Serketina AKP'ê ya hilbijartinê tê vê wateyê; wê rojnamevan bên tirsandin û rastî lêdanê werin, di dema weşanê de wê deriyên TV'yan bên girtin, rojnamevan ji kar bên avêtin û buroyên partiya mûxalîf bê şewitandin. Serketina AKP'ê tê wateya bidawîbûna pêvajoya aştiya bi Kurdan re."