Li Sêrtê xwerêveberî hat îlankirin
Meclîsa Demokratîk a Gel a Sêrtê bi daxuyaniyekê xwerêveberî îlan kir. Di daxuyaniyê de bang li dewlet û desthilatdariyê hate kirin ku îradeya gel nas bike.

Meclîsa Demokratîk a Gel a Sêrtê bi daxuyaniyekê xwerêveberî îlan kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurdistanê bi rayeyek bilind îradeya xwe îlan kiriye lê dewletê ev îrade nas nakiriye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li Kurdistanê bi biryarên navendî walî û qeymeqam hatine tayînkirin. Ev mercî hemû biryarên di aleyhê gel de ne, îmze dikin û dixin meriyetê. Bi vê boneyê em saziyên dewletê nas nakin û bi wan re nakevin nav ti têkiliyan. Niha ji gelê Kurdistanê re tenê rêyek maye û ew jî îlankirina xwerêveberiyê ye. Bi vê boneyê em piştgiriyê didin xwerêveberiyên berî niha hatine îlankirin jî. Bi îlankirina xwerêveberiyan, armanca me ew e ku em demokrasiya herêmî pêş bixin, xwe bi xwe rê ve bibin, Tirkiye û Kurdistanê demokratîk bikin."