Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin
Li taxa Sitîlîlê ya Nisêbînê, leşkeran avêtin ser malan û 6 kes kirin binçavan.
Li taxa Sitîlîlê ya Nisêbînê, leşkeran avêtin ser malan û 6 kes kirin binçavan.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li taxa Sitîlîlê bi dehan leşker bi wesayîtên zirxî danê sibehê saet di 07.00 de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan hemû alavên malan serobino kirin. Di encama serdegirtinê de welatiyên bi navê Sîdar Ayhan, Sultan Aydin, Adil Aydın, Saît Ozturk, Serkan Ay û karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Hamza Eldemîr hatin binçavkirin.
Sedema kesên binçavkarî nehat zanîn û ew birin Fermandariya Leşkerî ya Nisêbînê.