Xizmên windayan: Serokomar bi gotînên xwe ve teşwîqî sûc dike

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên ku li Amed, Gever û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe pirsîn bal kişandin qatlîamên li Cizîr û Sûrê.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên ku li Amed, Gever û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe pirsîn bal kişandin qatlîamên li Cizîr û Sûrê û wiha gotin: "Serokomar bi gotina 'piştgirî û duayên min bi we re ye, ez ji çavên we maçî dikim' ve cesaretê dide tîmên taybet ên ku li Sûr û Cizîrê li dijî mirovahiyê sûc dikin, em tînin bira wî ku ev gotin teşwîqî sûc dike."

 

GEVER

 

Xizmên windayan û ÎHD ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Kolana Hunerê cara 96'emîn hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê ve hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aştiyê, Parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan û gelek welatî amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar ê di 1994’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye windakirin pirsîn.

 

Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê kurê Mehmet Yaşar, Rênas Yaşar çîroka bavê xwe wiha vegot û ev tişt anî ziman: "Mehmet Yaşar dema hate windakirin 32 salî bû û bavê 5 zarokan bû. Piştî ku hevalê Yaşar. Zekî Yilmaz binçav da hat qetilkirin Yaşar tevlî merasîma cenazeyê Yilmaz bû. Di merasîma cenaze de gelek kesan got Mehmet li vir here ji ber ku hin kes pirsa te dikin. Li ser gotinan Yaşar çû mala xizmek xwe li heman şevê de gelek leşkeran û JÎTEM’ê derdorê malê bi wesayitên zirxî dorpêç kirin 4 kesên ku nasnameyên wan nediyar û sivîl li malê lêgerîna nasnameyên malbatê kirin. Wan 4 kesan ji Yaşar re gotin heya emiyetê tu yê bi me re werî û Yaşar xistin wesayitê û carekdin tu agahî ji Yaşar nehat girtin. Piştî ku Yaşar birin her roj leşker û polîs hatin mala Yaşar, ji malbata Yaşar re gotina "Mehmet Yaşar PKK’ê rewandî çiyê" bi kar anîn. Piştî ku demek li ser bûyerê derbas bû îtrafkar Kahraman Bîlgîç di îfadeyên xwe de got Mehmet Yaşar bi fermana Fermandarê Taburê Mehmet Emîn Yurdakul ve anîn Taburê û îşkence li Yaşar kir. Piştî îşkenceyê Yaşar leşkeran li Skorskyê siwar kir û hat zanîn ku leşkeran Yaşar bi saxî ji helîkoptera skorskyê avêtine. Hê jî hestiyên Yaşar tu kes nizane li kû ne. Li ser wê malbata serî dozgeriya Geverê da lê heya niha kuşerên Yaşar ne hatine darizandin.” Yaşar da zanîn ku ew ê heta dawiyê li pey doza bavê xwe bin.

 

Piştî çîroka windakirina Yaşar, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan axivî û bilêv kir ku dewleta tirk bi sed salan e zilm û zordariyê li ser gel dike. Zeydan got ku bila dewleta tirk baş bizane çi dibe bila bibe ew ji dest têkoşîna xwe û gelê kurd bernadin, ew ê her tim bi gelê kurd re bin.

Piştî axaftinan 5 deqe çalekiya rûniştinê hat li darxistin.

 

AMED

 

Çalakiya xizmên wendahiyan û Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya şaxa Amedê a bi diruşmeya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" di hefteya 367'an de li parka Koşuyolu li ber Abîdeya Mafê Jiyanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek xizmên windahiyan û endam û rêveberên ÎHD'ê cih girtin. Di Çalakiyê wê wêneyên kesên ku di dîrokên cuda de hatine windakirin hatin hilgirtin.

 

'Korîdora jiyanê ji bo sivîlên li Surê vekin'

 

Ji parêzerên ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Hatîce Demîr di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku li Kurdistanê bi qedexe û êrîşan mafê mirovan tên binpêkirin û wiha axivî: "Li Cizîrê komkujiyên mezin pêk hatin. Niha Sur jî li vê yekê rû bi rû ye. Em bang dikin ku demildest korîdora jiyanê ji sivîlan re bê vekirin û bi giştî bên tahliyekirin."

 

Rêveberê Şaxa ÎHD ya Amedê Mahsun Kaya jî çîroka Hamît Pamuk û Îkram Han ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin xwend. Kaya diyar kir ku di 21'ê hezîrana 1993'yan de Pamuk û Han li ser kolana Emek a Rezan a Amedê ji aliyê 3 tîmên rûpoşkirî tên qetilkirin û wiha berdewam kir: "Di bûyerê de mamosteyê bi navê Îmam Taşçi jî bi giranî birîndar bû. Wê demê Hamît Pamuk dema tevlî çalakiya xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê a yek ê gulanê dibe, polîs tên pankarta di destê wî de ji destê wî digirin û gefa mirinê lê dixwin. Piştî bûyerê bi mehekê jî tê qetilkirin."

 

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.

 

ÎZMÎR

 

Xizmên windayan û ÎHD a Îzmîrê bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Sumerparka Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyên de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dİ çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina murat Yildiz ê ku di 1995'an de piştî hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat wergirtin hate vegotin. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Caner Canli çîroka windakirina Yildiz parvekir û destnîşan kir ku Yildiz di 29'ê çileya 1995'an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê li ser nîqaşekî li kafeyê derket hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat wergirtin.

 

Canli bal kişand li ser bombebarankirina navçeya Sûrê ya Amedê jî û wiha got: "Serokomar bi gotina 'piştgiriya min û duayên min bi were ye, ez ji çavên we maçî dikim' ve cesaretê dide tîmên taybet ên ku i Sûr û Cizîrê li dijî mirovahiyê sûc dikin, em tînin bira wî ku ev gotin teşwîqî sûc dike."

 

ÊLIH

 

ÎHD a Êlihê û xizmên windayan cara 367'emîn bi slogana "Bila kujer bên dîtin, kiryar bên darizandin" hatin cem hev. Di çalakiya ku li ser cadeya Gulistanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan hatin cem hev de HDP û DBP'ê jî piştgirî da. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê endamê ÎHD'ê parêzer Munîr Ari axivî. Ari bilêv kir ku duh li Dersimê, Zîlanê, Helebçeyê bi kurtasî li her derê Kurdistanê qatlîamên ku hatin kirin îro jî li Sûr, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn û Hezexê tên kirin.

 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqiqeyan ve bi dawî bû.