Bombekirina komeleya Tirk li Stockholmê provokasyon e

Komele û siyasetmedarên Kurd ên li Swêdê dan xuyakirin, ku bombekirina komeleya Tirk a li Stockholmê provokasyonek e.

Komele û siyasetmedarên Kurd ên li Swêdê diyar kirin, bombekirina komeleya Tirk li semta Fîttja ya Stockholmê, karê hêzên tarî ye û bi vê provokasyonê re hatiye xwestin, gelê Kurd û Tirk li hemberî hev rabin.

Di xwepêşandana ji bo şermrezarkirina komplo û tecrîda li ser Ocalan de, li rawestgeha Fîttjayê êrîşek çekdarî ya nîjadperestan hatibû kirin û di encamê de Gafûr Mihemmedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bi giranî birîndar bûbû. Pêr li heman semtê, li hemberî komeleyeke Tirk jî êrîşeke bombeyî hatibû kirin.

Hin organên medyayê îdîa kiribûn ku ev êrîş weke bersiva li êrîşa li dijî Mihemmedî ye.

Rayedarên Komeleya Jinên Kurd a Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê daxuyanî dan ANF'ê û anîn ziman ku êrîş ji aliyê dûvikên dewleta kûr û nîjadperestan ve ji bo derxistina kaosê hatiye kirin.

Siyasetmedarên Kurd bibîr xistin, ku êrîşa bombeyî heman piştî teqîna li Enqereyê pêk hatiye û dan zanîn, ku bi vê êrîşê re hatiye xwestini gelên Kurd û Tirk li hemberî hev bên rakirin. Siyasetmedaran bang li Kurd û Tirkên li Swêdê dijîn kirin, ku neyên lîstika provokatoran.