Li sê bajaran operasyonên qirkirina siyasî: 14 kes hatin binçavkirin
Li Dêrsim, Wan û Mûglayê, operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. Di operasyonên bi fermana hikûmeta AKP'ê hatin meşandin de 14 kes hatin binçavkirin.

DÊRSIM
Li navçeya Dêrsim Pulurê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinan de esnaf jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Akin Gedîk, Îsmaîl Geçer, Engîn Akgul, Seyfî Bûlût, Ziya Gur li navenda navçeyê, Hasan Kaya li gundê Egrîpinarê, Hasan Taşa jî li gundê Bûrnakê hatin binçavkirin. 7 kesê hatin binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Pulurê.
WAN
Li navçeya Şaxê ya Wanê, ber destê sibehê gelek tîmên taybet li navenda navçeyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Endamê Meclîsa Şaredariya Şaxê Attar Ertaş, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Îsa Eraslan û Tayîp Tekbûdak hatin binçavkirin. Mebesta binçavkirina her 3 kesî nehat zanîn û hat diyarkirin ku wan şandin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
MÛGLA
Li Mûglayê serê sibehê polîsan bi ser malan de girt û 4 xwendekar binçav kirin. Sedema binçavkirina xwendekaran nehat zanîn û hat diyarkirin ku her 4 xwendekar şandin midûriyeta polîsan.