Li Orebor ji bo zarokên Kobanê galaya piştgiriyê hat lidarxistin
Kurd û Suryaniyên li bajarê Swêd Orebor dijîn, ji bo piştgiriyê bidin zarokên Kobanê duh êvarê galayek lidar xistin.
Kurd û Suryaniyên li bajarê Swêd Orebor dijîn, ji bo piştgiriyê bidin zarokên Kobanê duh êvarê galayek lidar xistin.
Kurd û Suryaniyên li bajarê Swêd Orebor dijîn, ji bo piştgiriyê bidin zarokên Kobanê duh êvarê galayek lidar xistin. Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat, ji rêveberên sosyalîst ên Partiya Edaletê Krîstofor Lûndberg, rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîteyên Rojava li vir axivîn. Qisekeran êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk a li hemberî Rojavayê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr, Hezex û gelemperiya Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Qisekeran dan zanîn, hikûmeta AKP'ê ji bo pêşî li statuya gelê Kurd a li Rojava bigire, serî li her şêwe provokasyonên bê exlaq dide û bang li hêzên cîhanê kir, ku li dijî êrîş û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, helwestê nîşan bidin.
Di galayê de xwarina ji mutbexa Kurdan hat dayîn û hunermend Shaîle Fors, Bahoz Gul, Sûha Akîlle, Goran Botî û Stran Mavî bi berhemên xwe derketin pêşberî beşdaran.
Jesper Soder ê ku di nava refên YPG'ê de dema şer dikir ji ber teqînekê birîndar bû, li vir axivî. Soder da xuyakirin ku mîna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, dewlet Tirk êrîşî Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Hezexê dike. Soder bang li parêzvanên mafên mirovan kir, ku li hemberî komkujiyên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên kirin, derkevin.
Jesper Soder di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku têkoşîna gelê Kurd wê bi ser bikeve.