Ciwanên Kurd li Dragûîgnanê komun ava kirin

Ciwanên Kurd ên li bajarê Dragûîgnan ê li başûrê Fransayê dijîn, ji bo xwe ji pêvajoya li Kurdistanê re amade bikin û xwe bi rêxistin bikin, komunek ji 12 kesan ava kirin.

Ciwanên Kurd ên li bajarê Dragûîgnan ê li başûrê Fransayê dijîn, ji bo xwe ji pêvajoya li Kurdistanê re amade bikin û xwe bi rêxistin bikin, komunek ji 12 kesan ava kirin.

Bi qasî 40 ciwanên Kurd ên li Navenda Civaka Demokratîk a Dragûîgnanê li hev civiyan, rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxandin û biryara komunbûyînê dan. Hat ragihandin, ku komuna ji 12 kesan, ji bo bêhtir bi xurtî di nava têkoşîna xwerêveberiyê ya li Kurdistanê de cih bigire, wê çalakiyên xwe zêde bike.

Ciwanan dan xuyakirin, ku li hemberî jiyana dejenerekirinê ya modernîteya kapîtalîst, wan xwe ji bo jiyaneke komunal bi rêxistin kirine û navê Abdulbakî Sonmez (Zinar Raperîn) ê li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anî, li komuna xwe kirin. Ciwanan diyar kirin, vê çalakiyê gelekî bandor li wan kiriye û destnîşan kirin, ku her kes li pêşberî fedaîtî û lehengiyeke ewçend mezin hejiya ye. Hat ragihandin, ku ji bo bîranîna cangoriyan divê ew xwe birêxistin bikin.

...