Li Strasboûrgê li dijî komkujiyên AKP dike, çalakiya hefteyekê

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, ji bo raya giştî û saziyên Ewropayê li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan tên kirin bikevin nava tevgerê, Kurdistanî wê hefteyekê çalakiyan lidar bixin.

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, ji bo raya giştî û saziyên Ewropayê li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan tên kirin bikevin nava tevgerê, Kurdistanî wê hefteyekê çalakiyan lidar bixin. Di çalakiyan de wê bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê bê kirin, ku dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyan bînin û bikevin nava tevgerê.

Çalakger, ji bo DMME dest li rewşê werde wê weke şexs serlêdanên hiqûqî jî bikin û bi vî rengî çalakî veguhere kampanya serlêdanê.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

22'ê Sibatê

Li ber avahiya DMME wê nûnerên gelek saziyan, parlamenter û girseya gel daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de wê Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Dîrayet Taşdemîr jî amade bin.

23'ê Sibatê

TEV-ÇAND wê şanoya xwe ya li ser pêvajoyê li ber DMME pêşkêş bike. Her wiha Koma Berxwedan wê bistirê.

24'ê Sibatê

Bi beşdariya Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Dîrayet Taşdemîr re wê di destpêkê de daxuyanî bê dayîn, piştre jî li DMME hevdîtin werin kirin. Dûre wê li ser xwerêveberiyan, Cizîr û pêvajoyê panel bê lidarxistin.

25'ê Sibatê

Bi beşdariya rojnamevan Amed Dîcle re wê panela bi mijara "Rojava, Rojhilata Navîn, pêvajo û qewimînên gengaz" panel bê lidarxistin.

26'ê Sibatê

Nûnerên rêxistinên çep û pêkhateyên HDK'ê wê panelek bi mijara "Li dijî faşîzmê, eniya berxwedanê ya hevgirtî bi çi rengî dikare were birêxistinkirin" bê organîzekirin.

27'ê Sibatê

Panela bi mijara "Jin û xweparastin".

28'ê Sibatê

Mîtînga li ber DMME.