Li Bern, Bonn û Wûppertalê çalakî
Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin, li bajarên Elmanya Bonn û Wûppetalê û li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin, li bajarên Elmanya Bonn û Wûppetalê û li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin, li bajarên Elmanya Bonn û Wûppetalê û li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
LI BER AVAHIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA LI BONNÊ KON HAT VEDAN
Ji bo bal bê kişandin ser komkujiyên li Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn û Geverê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Elmanya Bonnê kon hat vedan. Çalakî di 17'ê Sibatê de ji aliyê PYD-Bonn û Kurdische Gemeinde Bonn (Civata Kurd Bonn) ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de wehşeta dewleta faşîst a AKP li Kurdistanê dike, bi wêne û belavkirina belavokan tê vegotin.
Nûnerê PYD'ê yê Bonnê Celal Mûsa der barê mijarê de agahî da û got, "Êrîşa li hemberî Bakurê Kurdistanê êrîşa li hemberî hemû Kurdan, êrîşa li hemberî gelê me yê li Rojava ye. Ev tenê Kurdan eleqedar nake; êrîş li hemberî hemû nirxên mirovahiyê tê kirin. Gelek bi qirkirinê re rû bi rû ye. Divê cîhan vê wehşetê bisekinîne." Çalakî wê 19'ê Sibatê saet di 17:00 de bi dawî bibe.
JI BO SÛRÊ LI BERNÊ ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN
Kurdistanî û dostên wan ên li Bernê dijîn, ji bo Sûrê daketin qadan. Di çalakiyê de lenet li dewleta Tirk hat anîn û bang li her kesî hat kirin, ku ji bo Sûrê dakevin qadan.
Kurdistanî û dostên wan ên li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê li hev civiyan, komkujiyên dewleta Tirk dike, şermezar kirin. Girseya gel wêneyên ji komkujiya li Cizîrê hilgirt û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer TC ji Kurdistanê bicehime" û "Em berxwedana li Kurdistanê silav dikin" qîriya.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ahmet Ocalan li vir peyivî û ji bo komkujiyek mîna ya li Cizîrê li Sûrê neyê kirin, bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabin. Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
WÛPPERTAL
Li bajarê Elmanya Wûpperatlê jî, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê yên li hemberî gelê Kurd tên kirin, bi çalakiyeke girseyî hatin şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Wûppertalê hat lidarxistin û saet di 18:00 de li ber Cîty-Arkadenê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Girseya gel bi qîrîna dirûşme û gotina sirûdan li nava bajêr meşiya û AKP/Dewleta Tirk lenet kir.
Çalakger piştî meşê careke din li Cîty Arkadenê vegeriyan. Di axaftinên li vir de bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin, ku li pêşberî komkujiyên ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve tên kirin, bêdeng nemîne.