Piştî Alîkarê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYA Barack Obama Ben Rhodes, Berdevkê Wezareta Karên Derve John Kerby jî têkildarî berpirsyarên êrîşê de ragihand, ku rewşeke nediyar heye.
Kîrby di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Washîngtonê de bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Em ne di wê pozîsyonê de ne ku îdîayên hikûmeta Tirk ên li ser berpirsyariya bûyerê piştrast bikin an jî red bikin. Ji bo me rewşeke nediyar e."
Berdevk Kîrby bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got, "Ji bo topbarana li hemberî derveyî sînor neyê kirin me bang li Tirkiyeyê kiribûn û em vê bangê didomînin. Em hişyariyên xwe dewam dikin ku hewldanên berfireh ên şervanên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, têk nebin."
'DESTEKA JI BO YPG'Ê WÊ BIDOME'
Kîrby da zanîn, ku YPG di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ji şervanên herî bi bandor in û destnîşan kir, ku ev şervanên ji hewayî ve ji aliyê koalîsyonê ve tê destekkirin, weke DYA jî ew ê desteka xwe bidomînin.
Alîkarê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYA Barack Obama Ben Rhodes jî gotibû, "Weke hikûmet, me berpirsyar diyar nekirine."