9 kes li Îzmîrê hat binçavkirin

Li Îzmîrê polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser mal û wargehên xwendekaran. Di serdegirtinan de 9 kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser mal û wargehên xwendekaran. Di serdegirtinan de 9 kes hatin binçavkirin.

Polîsan danê sibehê li tax Çîmentepe ya Konakê, li taxa Eskîçamlik a Karabaglarê avêtin ser malan. Li navçeya Bornovayê jî avêtin ser Wargeha Xwendekarên Keç a Zubeyde Hanim a Zanîngeha Egeyê. Di encama operasyonê de li Çîmentepe 6, li Eskîçamlikê jî 3 kes hatin binçavkirin.

Lêgerîna polîsan li wargehê dewam dike. Hat ragihandin, binçavkirinên ku sedema wan nehatiye hînbûn wê bidome.