Şervanê YPG'ê Atici li Baselê hat bîranîn

Şervanê YPG'ê Orhan Atici (Adil Konya) ê li Girkê Legê di 11'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Baselê hat bîranîn. Bi sedan kes çûn serdana sersaxiya malbatê.

Şervanê YPG'ê Orhan Atici (Adil Konya) ê li Girkê Legê di 11'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Baselê hat bîranîn. Bi sedan kes çûn serdana sersaxiya malbatê.

Ji bo şervanê YPG'ê Atici yê di 11'ê Îlona 2013'an de li Girkê Legê jiyana xwe ji dest da û ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ve çend roj berê hat eşkerekirin, li Navenda Kurd a Baselê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. 

Di merasîmê de malbata Atici, xizmên wî, hevalên Atici yên ji Zanîngeha Mersînê, nûnerên PYD'ê û Saziya Malbatên Şehîdan axivîn. Qisekeran jiyan û têkoşîna Orhan Atici vegotin.

Hejmareke zêde Kurdên ji Anatoliya Navîn tevlî merasîmê bûn û sersaxî ji malbata Atici re xwestin.

...