Bi sedan çete li ser Tirkiyeyê re derbasî Ezazê bûn!
Hat ragihadin ku ji bo li hember YPG’ê şer bikin 2 hezar çete li ser Tirkiyeyê re derbasî bajarokê beramberî Kilîsê bûn.
Hat ragihadin ku ji bo li hember YPG’ê şer bikin 2 hezar çete li ser Tirkiyeyê re derbasî bajarokê beramberî Kilîsê bûn.
Reutersê diyar kir, li gorî 'çavkaniyên cuda yên mûxalîf' bi sedan çete tevî çek û cebilxaneyan ji bo li dijî YPG'ê şer bikin derbasî navçeya Ezaz a ser bi wîlayeta Helebê bûne.
Li gorî nûçeya Reutersê, 'fermandarekî' Eniya Levant a deriyê sînor ê Bab el Selam (navê deriyê sînor ê li pêşberî Oncupinarê yê Kîlîsê ye) Ebû Îsa got, "Destûr ji me re hat dayîn ku bi çekên sivik, hawan, fuze û tankan em derbas bibin."
MALA ÇAVDÊRIYÊ JÎ PIŞTRAST KIR
Li gorî nûçeyê, saziya bi navê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ku naveda wê li Londonê ye, derbasbûna çeteyan li ser Tirkiyeyê piştast kir.