'AKP'ê piştî teqînê derew kir'
Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê Îzmîrê Kurkçu da xuyakirin, ku piştî teqîna li Enqereyê Tirkiyeyê derew kir û nayê qebûlkirin, ku bi van derewan re PYD û YPG dijmin were îlankirin.
Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê Îzmîrê Kurkçu da xuyakirin, ku piştî teqîna li Enqereyê Tirkiyeyê derew kir û nayê qebûlkirin, ku bi van derewan re PYD û YPG dijmin were îlankirin.
Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê Îzmîrê Kurkçu da xuyakirin, ku piştî teqîna li Enqereyê Tirkiyeyê derew kir û nayê qebûlkirin, ku bi van derewan re PYD û YPG dijmin were îlankirin.
Ertûgrûl Kurkçu ji ANF'ê re axivî û der barê êrîşa li Enqereyê de got, "Hikûmeta AKP'ê di nava 24 saetan de xwe gihand derewan. Pirsgirêk ev e. Hikûmet, bêyî daneyeke têrker di dest de hebe, eşkere kir ku ev çalakî ji aliyê Kurdekî ji Amûdê, şervanekî YPG'ê ve hatiye kirin. Aliyê ecêb jî ji xwe ev e."
'HIKÛMETÊ XWEST YPG'Ê JI XWE RE BIKE BAHANE'
Kurkçu got, "Heta roja îro ti xebateke leşkerî û dijminane ya YPG û PYD'ê li dijî Tirkiyeyê nîne, nehatiye bihîstin. Tevî vê rastiyê jî, îlankirina PYD û YPG'ê weke dijmin, nayê qebûlkirin." Kurkçu anî ziman, ku bi wesîleya vê bûyerê hin agahiyên din ên arşîvê derketine holê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Wezareta Karên Hundir YPG'ê weke rêxistineke 'terorîst' pênase nake. Di sala 2015'an de ji bo pirseke 2. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê, Wezareta Karên Hundir gotiye; PYD û YPG di lîsteya rêxistinên 'terorê' de nîne. Nêrîneke bi vî rengî ya fermî ya Wezareta Karên Hundir mijara herî girîng e. Hikûmet bi vê daxuyaniya xwe naspêre ti delîl û îspatan re hewl dide 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê îqna bike, ku tevgerek li hemberî Sûriyeyê bi bahaneya YPG'ê, mafê wan e. Armanc ev e."
'DIBE KU TAYYÎP ERDOGAN DERKEVE PÊŞBERÎ DADGEHÊ'
Kurkçu da zanîn, hikûmeta AKP'ê bi ti awayî xwedî planeke rasyonel nîne û destnîşan kir, ku di nava tengaviyê de jî dema gavekê diavejê, dikeve nava şaşîtiyeke din. Kurkçu ev nirxandin:
"Helwest û nêzîkatiyên Tirkiyeyê ewçend cihê fikaran e; welatên endamê NATO'yê rabû daxuyaniyek dan û gotin, 'Li hemberî Rûsyayê, di nava her şert û mercî de em ne kefîlê Tirkiyeyê ne'. Wateya vê; êdî nêzîkatiyên Tirkiyeyê nayên fêmkirin. Di lîteratura navneteweyî de dewleteke gavên wê neyên texmînkirin weke dewletek gavek nêzî dewleta 'haydût' e. Hewldanên Tirkiyeyê, bi aqil nayê îzahkirin.
Dema mirov lê binêre, dibe ku Tirkiye li Rojhilata Navîn li ser xeteke sûnî ya dijminatiya li Kurdan bimeşe. Lewma ev xeta sûnî ku hewl dide ava bike, ji ber ku di bin kontrola DYA de ye, xuyaye Erebîstana Siûdî xwe vekişandiye. Di nava van şert û mercan de ya Tirkiye wê dînîtiyê bike yan jî serî li rêyeke din a jê re tê nîşandan bide; Bi lihevkirina bi Kurdên li Rojava û Bakur re hewldaneke mezin a aştiyê bide destpêkirin û xwe ji vê rewşê rizgar bike.
Ne bawerim ku rêya duyemîn biceribîne; ji ber ku ev yek ji bo Tayyîp Erdogan bû meseleya man û nemanê. Heta ku rejîmeke awarte neyê destpêkirin, dizane ku wê derkeve pêşberî dadgehê. Lewma xuya ye wê dînîtiyê bike. Ji Gladiyoya îro li dora Tayyîp Erdogan avabûye heta Denîz Baykal, dema mirov li tifaqên cuda yên hatine kirin binêrin, mirovê bibînin ku Erdogan bi tenê nîne."
'XWE JI DAIŞ'Ê RE DIKE SÎPER'
Kurkçu axaftina xwe wiha dewam kir: Bi tevgereke bejahî ya Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve, wê bal ji ser DAIŞ'ê biçe, mijara hevgirtina xaka Sûriyeyê bibe mijara esasî ya civata navneteweyî. Bi vî rengî, li şûna pirsgirêka DAIŞ'ê wê pirsgirêka Tirkiyeyê bibe rojeva sereke ya cîhanê. Ev yek wê were wateya; Tirkiye ji bo DAIŞ'ê wê xwe bike sîper. Nabe ku polîtîkaya hundir û derve ya Tirkiyeyê ji hev cuda werin nirxandin. Daxwaza gelê Kurd a wekheviyê, bi awayekî kolektîf tê cezakirin. Ev tifaq li dora vê ava bûye. Siyaseta AKP û Tayyîp Erdogan dimeşîne, siyaseta rejîma yek partî ya salên 1930 ye."