Terora AKP'ê li Îngilîstan, Kanada û Elmanyayê hat şermezarkirin
Li bajarê Îngilîstan Brîghton, li bajarê bajarê Elmanya Wûppertalê û li eyaleta Kanada Manîtobayê, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike hatin şermezarkirin.
Li bajarê Îngilîstan Brîghton, li bajarê bajarê Elmanya Wûppertalê û li eyaleta Kanada Manîtobayê, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Sûssex a Îngilîstanê dijîn, li navenda bajarê Brîghtonê çalakiyek pêk anîn. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin, ku li pêş çavên tevahiya cîhanê dewleta Tirk li Cizîrê herî kêm 145 kes bi çekên kîmyewî şewitand, qetil kir û niha li navçeya Amed Sûrê herî kêm 200 sivîl bi qetilkirinê re rû bi rû ne.
KANADA
Li paytexta eyaleta Manîtoba Wînnîper a Kanadayê, bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Çalakî li ber avahiya parlamenta eyaletê pêk hat û bal hat kişandin ser zilm û berxwedana li dijî vê zilmê ya li Kurdistanê.
WÛPPERTAL
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, endamên Ciwanên Azad û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (DGB) ji bo komkujiyên dewleta AKP/Tirk li Kurdistanê dike şermezar bikin, meşiyan. Meşê saet di 17:00 de li ber Cîty Arkadenê destpê kir û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "AKP a dagirker ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn. Di daxuyaniya piştî meşê de ji bo meşa 27'ê Sibatê banga tevlîbûnê hat kirin. Meş wê saet di 17:30 de li navnîşana Elberfelder Str. 38, 42285 Wuppertal destpê bike.