Dewleta Tirk li Besançonê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Besançonê dijîn, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar bikin, çalakiyek lidar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Besançonê dijîn, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar bikin, çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de mirovên di êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di dema çalakiyê de komeke faşîst hewl da provokasyonê bike. Tevî vê hewldana provokasyonê jî polîsên Fransayê di ser re êrîşî Kurdan û dostên wan kirin. Tevî hemû hewldanan jî ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane find hatin vêxistin û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên 'terorîst' kampanya îmzeyan hat destpêkirin.