Leşkerên rejîma Sûriyeyê bajarokê Kînsîbba bi dest xistin
Leşkerên rejîma Sûriyeyê, bajarokê stratejîk Kînsîbba yê li bejahiya Lazkiye ye, xistin bin kontrola xwe.
Leşkerên rejîma Sûriyeyê, bajarokê stratejîk Kînsîbba yê li bejahiya Lazkiye ye, xistin bin kontrola xwe.
Leşkerên rejîma Sûriyeyê bi desteka balafirên şer ên Rûsyayê, bajarokê Kînsîbba yê rojhilatê Lazkiye di nevbera Îdlîb û Tirkiyeyê de ye, xistin bin kontrola xwe. Kînsîbba ku bajarokekî Xiristiyan e, nuqteya dawî ya bejahiya Lazkiye bû ku ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin.
Kînsîbba li nuqteyeke stratejîk a Çiyayê Kurdan e û ji girê Cîsreşşûxûr ve tê dîtin. Bidestxistina vî bajarokê li nêzî sînorê Tirkiyeyê, bû derbeke mezin a li çeteyan hat xistin. Eger Cîsreşşûxûr bê kontrolkirin, li sînorê Antakyayê çûn û hatina çeteyan wê zehmet be.