Nivîskarê Yenî Şafak: Bila HDP'yî werin înfazkirin!

Ji rojnameya Yenî Şafakê Lekesîz xwest HDP'yî werin înfazkirin.

Nivîskarê rojnameya AKP'ê Yenî Şafak Omer Lekesîz, di nivîsa xwe ya îro ya li ser êrîşa li Enqereyê de xwest HDP'yî werin înfazkirin.

Lekesîz got, "(...) Ji ber ku pîvanên angajmanê nabe li hundir bê bicihanîn, divê li gorî vê yekê li hundir jî li dijî terorê pîvanên û şertên nû yên şerkirinê bên diyarkirin". Navborî di dewama nivîsa xwe de bal kişand ser HDP'ê û ev tişt nivîsand:

'DIVÊ WERIN BÊBANDORKIRIN'

"Çayfiroş, çorbefiroşê partiyekê jî dikare bibe terorîstê gengaz. Ji bo têkoşîna li hemberî van, divê mirov li benda êrîşeke nû nesekine, divê terorîst yekser li cihên taybet ên wê partiyê werin bêbandorkirin. (...) Ji bo pîvanên angajmanê rast bên bicihanîn û encamên bi bandor derxînin holê, pêwîste di destpêkê de hundir were zexmkirin, hundir were paqijkirin. (...) Heta ku endamên sivîl ên rêxistina terorê yên bi rengê partiyeke sivîl li hundir neyên bêbandorkirin, nepêkane ku pîvanên angajmanê bi cih werin."