Tirkiye ku dixwaze berpirsyariya êrîşa li Enqereyê bixe stûyê YPG'ê her di nava hewldanan de ye, mora xwe danî binê skandalekê. Tirkiyeyê heman piştî êrîşê banga civînê li 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî kir û ji bo îdîaya xwe ya di vê mijarê de xurt bike, dîplomatên xwe yên Wezareta Karên Derve xist nava tevgerê. Tirkiyeyê tevî Sefîrên 5 welatên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî bang li sefîrên bilind ên Hollanda, Elmanya û nûnerê Yekîtiya Ewropayê kir û li wezareta karên derve der barê êrîşê de 'agahî' da wan.
Li gorî nûçeya The Wall Street Journal, dîplomatekî beşdarî civînê bû ragihand, ku Tirkiyeyê di vê civînê de weke belge gotiye; bombeya PKK'ê di êrîşa li navçeya Amed Çinarê bi kar aniye û ya li Enqereyê hatiye bikaranîn dişibin hev, lewma eleqeya YPG'ê bi vê bûyerê re heye.
Dîplomat da zanîn, rayedarên Tirk banga desteka navneteweyî kirine, lê belê di hevdîtinê de 'ti delîlek pêşkêş nekirine ku pêwendiya YPG'ê bi vê bûyerê re heye'. Dîplomat got, "Bi tenê di ser teqemeniyê re têkiliyeke teknîkî danîn. Li ser kiryar agahiyeke zêde nedan." Heman piştî teqînê Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû îdîa kiribûn ku êrîş ji aliyê YPG'ê ve hatiye kirin.