ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Nantesê civînên gel
Hevserokê Konseya Rêvebe ê KNK’ê Zubeyîr Aydar di civîna gel a li bajarê Nantesa Fransayê de axivî û wiha got: “Hemû planên hikûmetê îflas kirine. AKP hemû hesabên xwe li ser Kurdan dimeşîne.” -
Li Înnsbrûckê NCKD’ê kongreya xwe li dar xist
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê 2. Kongreya xwe li dar xist. -
YPG-YPJ’ê li Pragê nûnertî vekir
Nûnertiya YPG/YPJ’ê îro li paytexta Komare Çek Pragê hate vekirin. -
Tirsê, ‘hezkirina welat’ têk bir, tîmên taybet belav dibin
Di şer û çalakiyan de bi sedan JOH û POH hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn. -
Tevgera Sadr: Nabe ku Kurd li derveyî rêveberiya Iraqê bên hiştin
Muqteda El Sadr ê li Herêma Keska Bexdayê çalakiya rûniştinê pêk tîne, da xuyakirin ku avakirina hikûmeta nû daxwaza wan e û ew ji bo vê yekê di nava hewldanan de ne. -
Rojbûna Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê li Orebro hatin pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezradina PJAK'ê li bajarê Swêd Orebro ji aliyê bi sedan Kurdistaniyan ve hatin pîrozkirin. -
Ûlûsoy: Eniyeke bi heman rengî divê Ewropayê jî bê avakirin
Nûnerê Partiya Sosyalîst a Bindestan ê Ewropayê Ziya Ûlûsoy diyar kir, avabûna Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hesreta salan e û got, "Bawerî daye gelên Kurd û Tirk. Eniyeke bi heman regî divê li Ewropayê jî were avakirin." -
Şehîdên Cizîrê li Essenê hatin bîranîn
Şehîdên xwerêveberiyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de hatin bîranîn. -
Li Bremenê civîna gel a ji bo Kampanya Malbata Bira
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di civîna Kampanya Malbata Bira ya li Bremenê de got, "Ji ber hovîtiya dewletê li Cizîrê bi sedan zarok sêwî man. Avakirina stargehekê ji van zarokan re wezîfeya wijdanî ya me hemûyan e." -
Çeteyên Qesrê li Elmanyayê ketin nava tevgerê
Çeteyên Qesrê yên ser bi Erdogan, ku li Bakurê Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dikin, bi fermana nû ya Erdogan re xebatên xwe yên li Elmanyayê zêde kirin. -
Salvegera damezrandina PJAK'ê li Stockholmê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 12. salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexat Swêd Stockholmê çalakiyek hat lidarxistin. -
'Heta Ocalan azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin'
Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Fûat Kav bal kişand ser pêkanînên taybet ên li hemberî Ocalan û got, "Li Îmraliyê îşkenceyeke taybet heye. Divê CPT derhal bikeve nava tevgerê." -
Ji Strasboûrgê ji bo berxwedana Terana Jêrîn piştgirî
Li Strasboûrgê bi armanca piştevaniya bi têkoşîna berxwedanê ya li gundê Terana Jêrîn a Gurgumê civînek piştgiriyê hate lidarxistin. -
Li Sydneyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstûryayê 67’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin, bîranîna hefteya Qehremantiyê hate lidarxistin. -
YPG: Çeteyan êrîşî bendava Tişrîn û gundê Mekmenê kirin
Navenda Ragihandina YPG’ê têkîldarî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya 1’ê Avrêlê daxuyaniyek nivîskî weşand. -
Demîrtaş: Berxwedana me Qesr dîn kir!
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî kiryarên qirkirinê yên AKP û Qesrê da û got, "Dîktator ji nêrînan ditirsin. Ji ronahiyê ditirsin. Tarîtî ji bo dîktatoran cihê herî ewle ye. Berxwedana me Qesrê dîn û har dike." -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, dewleta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Geverê 4 kes hatin girtin, li Edene û Îzmîrê jî bi dehan kes hatin binçavkirin. -
Strana Elmanî ya Erdogan dîn kir, heta niha ji aliyê 6 mîlyon kesî ve hat guhdarîkirin
Vîdeoya 'Erdowi, Erdowo, Erdogan' a Elmanî, ku bi hinceta 'henekê' xwe bi Serokkomarê Tirk Erdogan dike hişyarî ji Sefîrê Bilind ê Elman re hatibû dayîn, di asta rekorê de heta niha lê hatiye temaşe û guhdarîkirin. -
AKP ji bo meşandina şerê xwe yê qirêj leşkeran nabîne!
Ji ber polîtîkaya şer a rejîma AKP'ê bi destê dewletê li Kurdistanê dimeşîne, her roj bi dehan leşker û polîs dimirin. Rejîma AKP'ê leşkeran nabîne ji bo di şerê xwe yê kirêt de bide şerkirin. -
Li Dragûîgnanê ji bo Sumbul ê YPS'yî merasîma sersaxiyê
Li Başûrê Fransayê bajarê Dragûîgnanê, ji bo endamê YPS'ê Rojvan Arvîn (Yuksel Sumbul) ê li Geverê pêr jiyana xwe ji dest da, serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin. -
Kampanya Malbata Bira li Hambûrgê destpê kir
Kampanya Malbata Bira ya ji bo parvekirina êşa gelê Sûr û Cizîrê alîkarîdayîna wan, li bajarê Elmanya Hambûrgê destpê kir. -
Belgeyên têkîliya Tirkiye-DAIŞ’ê pêşkêşî NY hatin kirin
Hate destnîşankirin ku di belgeyan de agahiyên têkîldarî Tirkiye bi rêyên îllegal ji qadên ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê dagir kiriye re çek û cebilxane dişîne hene. -
Çelebî yê polîsan li Wanê înfaz kirin ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Cenazeyê Ûmût Çelebî yê 28’ê Adarê li sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê ji aliyê çeteyên qesrê hate înfazkirin, li Êlihê bi merasîmeke ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Wekîlên HDP'ê: Bila her kes biherike Amarayê
Wekîlên HDP'ê ku amadekariyên meşa Amarayê kontrol kirin, bal kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û her kes dawetî meşa Amarayê kirin. -
FEDA: Pêwîst e lîstik û kemînên nû yên dewlet li Mereşê dike vala bên derxistin
FEDA’yê wiha got: “Em bang li Elewiyên Kizilbaş û komên baweriya Rêya Heq dikin ku lîstîk û kemînên nû yên AKP’e li Mereşê dike vala derxin û li her derê li ber xwe bidin, li kolanan vê zîhniyetê teşhîr bikin û bisekinînin.”