ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li 4 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Wan, Stenbol, Amed û Agirî gelek kes hatin binçavkirin. -
Kurd û dostên wan wê li Elmanyayê li dijî faşîzma AKP'ê bimeşin
Li dijî faşîzma AKP'ê wê li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng werin lidarxistin. ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk banga tevlîbûnê kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê dan. -
Balûken: Eger mase nehatibûya qelibandin, dibe ku îro rewş asayî bûya
Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken, ku saleke nikarin Ocalan bibînin got, "Eger mase nehatibûya qelibandin, li Tirkiyeyê ewçend hilweşîn û talan pêk nehatibûya, xwîn û rondikên çavan nebariyan." -
Gefa 'îdam'ê li girtiyan hat xwarin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ku bi pêkanînên xwe yên xerab re her di rojevê de ye, tê gotin midûrê duyemîn Cavît M. gefa 'Eger dewlet bêje wan îdam bike, ez ê we îdam bikim' li girtiyên siyasî xwar. -
Bi şerê li Kurdistanê re AKP'ê xwe tenê hişt
Li hemberî şerê qesrê hezar tîmên taybet tevlîbûna şer red kir û daxwaznameyên dev ji kar berdanê dan. Her wiha cerdevanên li heremê şerê li dijî gelê xwe red kir û çekên dewletê teslîmî wan kir. -
Rojbûna Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hat pîrozkirin
Pîrozbahiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. -
Di rojbûna Ocaln de komuna ciwanan li Musterê hat ragihandin
Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêxistinbûyîna ciwanan a li Munsterê veguherî komunê. -
Mûstafa Delen: Têkçûna Erdogan jî wê bi manşetan bê ragihandin
Delen têkildarî zêdebûna zextên dewleta Tirk li hemberî çapemeniyê bersiv da pirsên me û got, "Di salên 90'î de bi kuştinên kiryar nediyar re hewl dan çapemeniya azad bêdeng bikin, lê îro vê yekê bi şîdeteke vekirî dikin." -
Bi wêneyan gera qetlîamkerên Brukselê li Tirkiyeyê!
Dokûmantên tê gotin ên qetlîamkerên Brukselê ne, li Rojava hatin bidestxistin. Albûmên wêneyan ên ji çeteyên qetlîamker hatin bidestxistin nîşan didin ku van çeteyan demeke dirêj li Tirkiyeyê geriyane. -
Li Nisêbînê serdarek û berbazek hat kuştin
Di şerê hêzên YPS/YPS-Jin û çeteyên Qesrê yên li navçeya Nisêbînê de serdarek û berbazek hate kuştin. -
Li Viyanayê kongreya NCKD'yê pêk hat
Li Viyanayê 3. Kongreya asayî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat. Di kongreya ku li avahiya navenda yekîtiya sendîkayên Awûstûyayê pêk hat de 400 delege beşdar bûn. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz beşdarî kongreyê û axavî. -
Li Bordeaûxê NCKD hat vekirin, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat vekirin, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. -
Meclîsa gel a Nurnbergê Kongreya xwe li dar xist
Meclîsa Gel a bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê kongreya xwe li dar xist. -
Li Edeneyê 6 jê zarok 10 kes hatin girtin
Ji 17 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 6 jê zarok 10 kes hatin girtin. -
Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li Swêdê ji bo balê bikişîn ser tecrîda garan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. -
Di pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Bochûmê de berxwedan hat silavkirin
Li Bochûmê di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. -
4'ê Nîsanê li Erîvanê hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi kombûneke girseyî hat pîrozkirin. -
Li Ewropayê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi wesîla 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Li Îzmîrê 5 kes hatin girtin, li Çewlik, Sêrt û Mêrdînê jî 5 kes hatin binçavkirin. -
4'ê Nîsanê li Rûsyayê hat pîrozkirin
Li Moskowa, Tambov û Îvanovayê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin. -
Şaredariya Champigny Cizîr weke 'bajarê bira' îlan kir
Şaredariya Champigny ji bo piştgiriyê bide gelê Kurd Cizîra Botan weke 'bajarê bira' îlan kir û ragihand, ku ew ê destekê bidin projeya 'malbata bira'. -
Rojbûna Ocalan li gelek bajaran hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hat pîrozkirin. -
Li Saarbruckenê bîranîna şehîdan
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, di şexsê Mazlûm û Delîl Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn. -
Li Lahr û Leverkûsenê kongre hatin lidarxistin
Meclîsa Gel a bajarê Elmanya Lahr û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Leverkûsenê, kongreyên xwe lidar xistin. -
Bayik: Rojhilata Navîn êdî nikare mîna berê bê rêvebirin
Bayik got, "Bi feraseta desthilatdariya klasîk re aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Em di wê baweriyê de ne ku bi nêzîkatiya emperyalîst kapîtalîst re jî, li herêmê sîstemeke nû nayê avakirin."