Piştgiriyên ji bo Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya piştî banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate lidarixistin, dewam dikin. Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê û Parêzvana Mafên Mirovan Geneviève Garrigos diyar kir biryarên kongreya 12’emîn a PKK’ê ji bo aştiya Tirkiye û herêmê xwedî girîngiyekî dîrokî ye û bang li Yekîtiya Ewropayê û Fransayê kir ku berpirsyarî bigre.
‘JI BO AŞTIYA TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN KONGREYEKÎ GIRÎNG E’
Geneviève Garrigos biryarên kongreya 12’emîn a PKK’ê bi dilxweşiyekî mezin pêşwazî dike û wiha dibêje: “Ev çend meh in em li benda biryarên kongreya PKK’ê ne. Ji ber ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ji girtîgeha ku 26 sal in lê dimîne bang li rêveberiya PKK’ê kiribû ku kongreyekî li dar bixin û di vê mijarê de biryar bigrin. Ev êdî pêk hat. Biryarên ku hatin girtin ji bo aştiya Tirkiye û ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêşketinekî girîng e.”
‘DIVÊ HEMÛ MAFÊN KURDAN WERE NASKIRIN’
Geneviève Garrigos got: “PKK ne tenê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya, di heman demê de tevkarî kir ku li herêmê aramî çêbibe. Ger ragihandina fesihkirinê ya PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî li ber çavan were girtin, pir girînge ku pêvajoya muzakereyê ya bi Enqere û Erdogan re ji bo naskirina hemû mafên Kurdan pêşve biçe.”
Geneviève Garrigos bang li Yekîtiya Ewropayê û Fransayê kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berpirsyarî bigrin û wiha got: “Divê piştgirî ji daxwaza serbest berdanan Ocalan were kirin.”