Rojbûna Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê li Orebro hatin pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezradina PJAK'ê li bajarê Swêd Orebro ji aliyê bi sedan Kurdistaniyan ve hatin pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezradina PJAK'ê li bajarê Swêd Orebro ji aliyê bi sedan Kurdistaniyan ve hatin pîrozkirin.
Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûnek ji rêzê nîne, rojbûan gelekî ye û bûyerek bandora wê bi sedan salan dewam bike ye.
Ehmedî bal kişand ser qewimînên dawî yên li Îranê û ragihand, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ne tenê mafên gelê Kurd, berjewendiya hemû gelên bindest diparêze û yekane alternatîfa rejîma Îranê, PJAK e.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Orebro Ridvan Altûn jî li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê axivî. Altûn bal kişand ser girîngiya berxwedana li Bakurê Kurdsitanê ji bo tevahiya gelê Kurd û berxwedanên li Sûr, Hezex, Cizîr, Nisêbîn û gelemperiya Kurdistanê silav kir.
Di pîrozbahiyê de ku Kurdistaniyên ji çar parçeyan û Swêdî li hev kom bûn, hunermend Gursel, Evîn Akbaş, Medya û Mazlûm derketin ser dikê.