Kampanya Malbata Bira li Hambûrgê destpê kir
Kampanya Malbata Bira ya ji bo parvekirina êşa gelê Sûr û Cizîrê alîkarîdayîna wan, li bajarê Elmanya Hambûrgê destpê kir.
Kampanya Malbata Bira ya ji bo parvekirina êşa gelê Sûr û Cizîrê alîkarîdayîna wan, li bajarê Elmanya Hambûrgê destpê kir.
Kampanya Malbata Bira ya ji bo parvekirina êşa gelê Sûr û Cizîrê alîkarîdayîna wan, li bajarê Elmanya Hambûrgê destpê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê beşdarî civîneke gel a bi vê wesîleyê hat lidarxistin bû û banga tevlîbûna li kampanyayê kir.
Civîn êvara Înê li Zanîngeha Hambûrgê bi tevlîbûna bi sedan kesî pêk hat. Sariyildiz di axaftina xwe ya il vir de diyar kir, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl tê dayîn jiyaneke nû were avakirin, lê belê ev pêvajo bi bombeya li Amedê hat teqandin re bi dawî bûye. Sariyildiz da zanîn, pêvajoya aştiyê weke pêvajoyek amadekariya şer hatiye bikaranîn û destnîşan kir, ku dema dîtin li pêşberî HDP'ê dengan winda dikin, bi komkujiya li Pirsûsê re şer dan destpêkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê bal kişand ser berxwedana fedaî ya li gelek deverên Bakurê Kurdistanê, gelek agahiyên li ser wehşeta li Cizîr hat kirin vegot û mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.
Sariyildiz têkildarî Kampanya Malbata Bira ya piştî komkujiyên li Cizîr û Sûrê hat destpêkirin agahî da û anî ziman, ew li benda tevlîbûneke xurt a li kampanyayê ne. Sariyildiz got, "Tevlîbûna li nava Kampanya Malbata Birat tê wateya merhema ji bo birînên malbatan zarokên bêkes man e. Di çarçoveya kampanya malbata bira de malbat bi hev re têkiliyê datînin û em ji navberê derdikevin. Ew piştgiriya hev dikin, alîkariya hev dikin. Em bi tenê dibin navbeynkar."
Sariyildiz da xuyakirin, ku kampanya ji aliyê gelek saziyan ve tê meşandin û diyar kir, bi rêya hesabên medya civakî yên wî bi xwe (@FaysalSaryldz) ev saziyên kampanyayê dimeşînin dikarin werin peydakirin û tevlîbûn li Kampanya Malbata Bira re bê kirin. Sariyildiz got, "Ji ber wehşeta dewletê ya li Cizîrê bi sedan zarok sêwî man. Berpirsyariya wijdanî ya me hemûyan e ku em ji van zarokan re stargehê amade bikin" û ev bang kir: "Em ji malbatên ku mala wan nemaye re bibin malbata parêzvan. Ev banga min li tevahiya gelê me yê li Ewropayê ye. Eger her meh em 100-150 Euro alîkariyê bidin malbateke em jê re bibin parêzvan, ev ê hêzê bide wan."
Di civîna li Hambûrgê de nûnerên gelek saziyan û gelek şexsiyetan banga destekkirina kampanyayê kirin. Hat ragihandin, yên dixwazin li Hambûrgê tevlî kampanyayê bibin dikarin serî li rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê bidin.
Li Hambûrgê her wiha wê bi armanca piştgirîdayînê di 10'ê Nîsanê de şeveke ciwanan bê lidarxistin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wê tûra xwe ya li Ewropayê îro (2'ê Nîsanê) li bajarê Bremenê bi civîna gel bidomîne.