Roja 2’an a sersaxiya li Kolnê: Berpirsyariya me ya li hemberî bîranîna wan heye

Selma Kaytan di roja duyemîn a sersaxiya li Kolnê de axivî ku ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatiye lidarxistin û wiha got, “Divê em wan bixwînin, guhdar bikin û armancên wan fêm bikin.”

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan ku şehadeta wan di Kongereya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê sersaxî hat danîn. Sersaxî di roja duyemîn de dewam kir.

Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî sersaxiya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) dewam dike bûn. Nûnerên saziyan jî tevlî sersaxiyê bûn. Sersaxî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li salonê dirûşmeya “Şehîd Namirin” deng veda.

Hunermend Şiyar Munzur axaftinekî kurt kir û wiha got: “Ji roja ku şehadeta pêşengên hêja yên gel hat ragihandin ve li Ewropa û herêmên Kurdistanê xwedîderketinek çêbû. Gelê me bi dilsoziyekî mezin xwedî li pêşengên xwe derdikevin. Şehîdên me ji roja ewil a têkoşîna xwe ya 52 salî ve li ser esasa dilsoziya bi Rêber Apo re jiyan kirin.”

SELMA KAYTAN: NE TENÊ JI CIVAKA KURD RE, JI CÎHANÊ RE MÎRATEYEKÎ HIŞTIN

Piştre xwişka Alî Haydar Kaytan, Selma Kaytan axivî. Selma Kaytan li ser rêgezên PKK’ê wiha got: “Ez di şexsê Heval Riza û Fûat de şehîdên doza mirovahiyê û Têkoşîna Azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Kongreya nû ya PKK’ê hate kirin. PKK’ê li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk kongreya xwe kir û bi awayekî serkeftî derbas bû. Ev kongre diyarî du şehîdan hate kirin. Serkeftinekî pir mezin e ku di bin evqas êrîşan de kongreyê bi awayekî serkeftî kom kirin û encam girtina wan serkeftinekî mezin e; ez pîroz dikim. Roj û meh têre nakin ku em qala her du hevalên şehîd bikin. 52 sal in yanî nîv sedsal in di vê têkoşînê de emrekî derbas kirin. Di dawiyê de tevlî karwanê nemiran bûn. Her çiqas bi awayekî fîzîkî ji nav me çûbûn jî, bi felsefe û ruhên xwe her tim li kêlaka me ne. Ger ne ji vê têkoşînê ba, em ê her yekî li cihekî ban, wê navê Kurdan jî hatiba jibîrkirin yan jî wê nebûya. Du heval li ser xeta Rêber Apo di damezrandina vê tevgerê de cih girtin. Nirxên mezin derxistin holê, mîrateyekî hiştin. Çandekî mezin afirandin. Ne tenê ji bo civaka Kurd ji cîhanê re mîrateyekî hiştin. Li dijî pergalên ku berovajiyê jiyana civakê ye, têkoşînê pêşxistin û jiyan û modelekî demokratîk a alternatîf pêşkêşî cîhanê kirin. Li hemberî jiyan û cîhanê di bin berpirsyartiyekî de jiyan kirin. Berpirsyartiyên me li hemberî têkoşîn û bîranînên wan heye. Ji beriya her tiştî divê em van hevaln bixwînin, guhdar bikin û fêm bikin. Divê armanca wan fêm bikin. Bi evîn û hezkirinekî mezin têkoşiyan û jiyankirin. Di nava me de bi vê evînê bûn stêrkek. Divê em armanc û xeyalên wan baş fêm bikin. PKK bi biryara xwe ya di kongreya 12’emîn de dawî li têkoşîna çekdarî anî. Lê ev ne dawî ye, destpêkekî bi rê û rêbazên nû ye.”

Selma Kaytan piştre qala Riza Altûn kir û wiha got: “Dema heval Riza li girtîgehê bû dayika min gelek caran diçû serdanê wan. Diya min qala wan dikir. Gelek hez wî dikir. Gelek caran qala diya wî dikir. Heval Riza mirovekî bi reng û dilgeş bû. Mirovekî bejn dirêj û bi heybet bû. Heval Abbas ji bo heval Riza digot, ‘Kemal Pîrê duyemîn.’ Heval Riza mirovekî ku her tim di lêgerînê de bû, kar dikir û dihilberand. Heval Riza mirovekî pir entelektuel û zana bû. Rêbertî digot, ‘Ger Riza civînê li dar bixe ev pir baş û bi sûd e.’ Jiyanek wî yê estetîk hebû. Xebatên rojanê bi disîplinekî mezin bi rêve dibir.”

‘HEVAL FUAT WEKÎ AXAFTINA XWE JIYAN KIR’

Selma Kaytan derbarê birayê xwe Alî Haydar Kaytan jî wiha got: “Heval Fuat mirovekî ku wekî axaftina xwe jiyan dikir. Dema ku li akademiyê ders dida, pêşî xwe hazir dikir, av li xwe dikir, xwe kur dikir, amadekariyekî ciddî dikir û wiha diket dersan. Pir girîngî dida ciddîyeta karê xwe. Bi rêzdarî nêzî hemû karên xwe dibû. Hevalekî ku bi hizra xwe jiyan dikir. Yanî pratîka hizrên xwe jiyan dikir. Her du hevalên me yên şehîd jî jixwe xwe vegotine. Erka em ew e ku em wan guhdar bikin. Ew bawerî bi Rêber Apo anîn. Rêber Apo 26 sal in di nava çar dîwaran de mucîzeyan afirandin. Tevî tecrîda giran fikrên ku danî holê, rêya me hemûyan ronî dike. Berxwedanekî mezin derxist holê. Ez di şexsê her du şehîdan de Şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em soz didin ku em ê di vê pêvajoya nû de erka xwe bi kêmanî bi cih bînin.”

PEYAMA RÊBER APO Û DENÎZ KAYTAN HATE XWENDIN

Piştî axaftinan peyama Rêber Apo ya ji bo Kaytan û Altûn hate xwendin. Piştî peyamê beşdaran demek dirêj bi çepikan dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

DI 18’Ê GULANÊ DE WÊ MERASÎMEKÎ GIRSEYÎ WERE LIDARXISTIN

Peyamê girtiyê nexweş Denîz Kaytan ku birayê Alî Haydar Kaytan e, hate xwendin.

Roja duyemîn a sersaxiyê bi lêdana bilûrê bi dawî bû. Sersaxî wê heta 17’ê Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dewam bike.

Ji bo pêşengên damezrîner ên PKK’ê wê di 18’ê Gulanê de merasîmekî bi girseyî li navnîşana Koln Im Gewerbegebiet Pesch 12A, 50767 were lidarxistin.