Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn
Ji bo kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li navçeya Seyhan a Edeneyê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li navçeya Seyhan a Edeneyê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Edeneyê ya DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîdan, deqeyek rêz hate girtin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Suphiye Bayav destnîşan kir ku ew ê têkoşîna Kaytan û Altûn bi serketinê tacîdar bikin.
Suphiye Bayav bal kişand ser biryarên kongreya PKK’ê, bang li dewletê kir û xwest ku ji bo aştiyê gavên şênber bên avêtin û hemû beşên civakê piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Di dema bîranînê de helbestên Kaytan hatin xwendin û bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.