Li Înnsbrûckê NCKD’ê kongreya xwe li dar xist

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê 2. Kongreya xwe li dar xist.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê 2. Kongreya xwe li dar xist.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Înnsbrûck ê girêdayî eyaleta Tîrol a Awûstûryayê 2. Kongreya xwe li dar xist.

Di kongreya ku piştî nirxandinên pêşketinên siyasî raporên xebata salekê û malî hatin xwendin de pêşniyarên delegeyan hatin girtin. Piştre jî rêveberiya nû hate hilbijartin. Hevserokên Meclîsê Kazim Agirî û Nûran Koçgirî hatin hilbijartin.

Piştî kongreyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek hate lidarxistin. Kongre û pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.