Artêşa Îsraîlê wê ‘bi hemû hêza xwe' bikeve Xezeyê!

Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê wê di rojên pêş de "bi hemû hêza xwe" bikeve Xezeyê û diyar kir ku ew senaryoyek ku şer rawestîne nabîne.

Binjamin Netanyahu di civîna ku bi leşkerên yedek re pêk anî de got, "Di rojên pêş de ji bo operasyonê temam bikin û Hamasê têk bibin em ê bi hemê hêza xwe bikevin Xezeyê.”

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha serokwezîrtiyê, Netanyahu got, “Rewşeke ku şer rawestîne tine ye."

JI BO XELKÊ XEZEYÊ LI WELATEKÎ DIGERE!

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku nivîsgeha wî li welatên ku dixwazin Filistîniyên ji Xezeyê derdikevin qebûl bikin, digere.

Netanyahu wiha domand: “Ji bo ew (niştecihên Xezeyê) cih û warên xwe terk bikin me rêveberiyek ava kiriye, lê ji bo me pirsgirêkek tenê maye: hewceyiya me bi welatên ku wan qebûl bikin heye. Em niha li ser vê yekê dixebitin."

Netanyahu îdîa kir ku "Eger em ji bo çûnê derfetê bidin wan, ez dikarim ji we re bêjim ku ji %50 zêdetir wê biçin, heta wê zêdetir biçin."