AKP ji bo meşandina şerê xwe yê qirêj leşkeran nabîne!

Ji ber polîtîkaya şer a rejîma AKP'ê bi destê dewletê li Kurdistanê dimeşîne, her roj bi dehan leşker û polîs dimirin. Rejîma AKP'ê leşkeran nabîne ji bo di şerê xwe yê kirêt de bide şerkirin.

Ji ber polîtîkaya şer a rejîma AKP'ê bi destê dewletê li Kurdistanê dimeşîne, her roj bi dehan leşker û polîs dimirin. Rejîma AKP'ê leşkeran nabîne ji bo di şerê xwe yê kirêt de bide şerkirin. Mirovên ku naxwazin bibin parçeyê şerê kirêt ê AKP'ê naçin leşkeriyê. Ji telefona kesên naçin leşkeriyê re mesaj tê şandin û bang li wan tê kirin ku biçin leşkeriyê.

AKP û dewleta Tirk ên di şerê kirêt de israr dikin, piştî bîlboardên li navenda bajaran, niha jî bi rêya telefonan hewl didin leşkeran peyda bikin.

Ji kesên naxwazin tevlî şerê kirê tê AKP'ê bibin û naçin leşkeriyê re ev kurte mesaj ji telefonên wan re hat şandin: "Birêz X.X., ji ber ku we karê ji bo leşkeriyê nekirine, weke qaçaxê leşkeriyê li we tê gerîn. Serî li şaxê leşkeriyê yê herî nêzî xwe bikin." Ev mesaj ji adresa e-dewlet ji sed hezaran kesî re hat şandin. Dewleta Tirk û rejîma AKP'ê bi rêya vê mesajê hêvî dikin ji bo şerê xwe yê kirêt leşkeran peyda bikin. 

Yên naxwazin tevlî polîtîkayên şerê kirêt ên rejîma AKP'ê û dewleta Tirk bibin, bi biryar in xwe nêzî vê nekin.