Demîrtaş: Berxwedana me Qesr dîn kir!
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî kiryarên qirkirinê yên AKP û Qesrê da û got, "Dîktator ji nêrînan ditirsin. Ji ronahiyê ditirsin. Tarîtî ji bo dîktatoran cihê herî ewle ye. Berxwedana me Qesrê dîn û har dike."
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî kiryarên qirkirinê yên AKP û Qesrê da û got, "Dîktator ji nêrînan ditirsin. Ji ronahiyê ditirsin. Tarîtî ji bo dîktatoran cihê herî ewle ye. Berxwedana me Qesrê dîn û har dike."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de bûyerên di rojevê de nirxand. Demîrtaş anî ziman, di vê pêvajoya ku cenaze diçin hemû bajarên Tirkiyeyê de meclîsa partiya wan li hev kom bûye û wiha got: "Eger ku hûn bixwazin li cihekî lêkolîna mafên mirovan bikin divê berî her tiştî hûn li wî welatî mijara azadiya ramanê lêkolîn bikin. Hûn berî her tiştî dikarin bipirsin ka li wî welatî hurmet li mafên mirovan heye ya na. Eger li welatekî azadiya ramanê tine be, hemû mafên din jî azadiya wan tune û binpêkirin dê di her qade de hebe. Eger azadiya ramanê tunebe, wê hemû binpêkirina mafan bê veşartin.
Demîrtaş avakirina qereqolan rexne kir û da zanîn ku li welatekî azadiya ramanê hebûya wê berî her tiştî li şûna dibistanan qereqol nehatina avakirin û wiha berdewam kir: "Ji ber akademîsyenan aştî xwesten hatin darizandin û hatin girtin. Li Kurdistanê dibistan tên xerakirin û li şûna wan qereqolan ava dikin. Li hin zanîngehan rektor destûrê dide ku polîs 24 saetan têkevin nava zanîngehê. Destûrê dide ku polîs li polê xwendekaran binçav bike. Dîsa rojnamevanên mûxalîf jî tên binçavkirin û girtin. Li dadgeha Çaglayanê parêzer rastî lêdanê hatin û pişta wê şikandin. Eger milê parastinê yê darazê tine be, mirov nikare behsa darazê bike."
'NAXWAZIN DENGÊ AŞTIYÊ BELAV BIBE'
Demîrtaş, bal kişand ser êrîşên polîsan ên li dijî wî pêk hatin û wiha got: "Bi gazê mudaxale kirin. Çapemenî dûr xistin. Naxwazin dengê aştiyê belav bibe. Li elmanyayê qilîbek hat weşandin, bi lezgînî mudaxleyî wir jî kir. Ev hemû berhemên dîktatoriyê ne. Diktator ji fikr û ramanê ditirsin. Ji bo dîktatoran tarî ewle ye ronî tirs e."
'BERXWEDANA ME, ERDOGAN DÎN KIR'
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir:
"Eger Qesr ji karê me aciz be, wê demê em di rêya rast de ne. Em qala şexsiyetekî ku pîvan pê re nemaye dikin. Em bi rewşeke welê re rû bi rû ne, ku her kesê mûxalefetê lê dikin, dijmin dibîne. Yê li ber xwe dide, bi tenê em man e. Ya ku Qesrê dîn û har dike, ev berxwedana me ye. AKP'yî bi xwe jî nikarin bi awayekî vekirî li raya giştî re baxivin. Eger ev dînîtî bi hewesa rêveberiya yek şexsî gihaştibe vê radeyê, wê çaxê mirov nikarin texmîn bikin ku ji niha û pê ve bê welat ber bi ku ve biçe."
Demîrtaş, helwesta AKP'iyên ku ji polîtîkayên AKP'ê bêzar jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Di nava AKP'ê de kesên ji van polîtîka û pratîkên AKP'ê bêzar hene. Lê li hemberî van polîtîkayan bêdeng in. Em bang li wan dikin ku dengê xwe bilind bikin. Em dibêjin bêdengiya li hemberî rastiyê sûc e. Nebin şirîkê vî sûcî. Duh Davûtoglû, li Sûrê qet behsa aştiyê nekir. Duh Davûtoglû weke pareyê TOKÎ tev geriya. Wekî mutahîdê TOKÎ ye. Her dem behsa xerakirin û hilweşînê dike. Karê mutahidiyê ne karekî xerab e. Lê mirov nikare wekî Serokwezîrekî nezîk bibe."
'DIXWAZIN RASTIYA DEMOGRAFÎK BIGUHERIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku AKP û dixwaze welatiyên Ereb ên Sûriyê bê li vir bi cih bike û dixwaze weke xeta ereb a bin xetê li ser xetê jî ava bike. Dixwazin reng û rûyê bajar biguherînin. Lê em nikarin destûrê bidin vê yekê."
Demîrtaş bêdengî û sekna li hemberî destdirêjiya li hember zarokên Weqfa Ensar jî rexne kir û wiha got: "Zarok rastî destdirêjiyê tên. Bi sedan weqf dibin yek. Tecawizkarê zarokan diparêzin."
Demîrtaş bêdengiya CHP'ê jî rexne kir û xwest li hemberî van rastiyan bêdeng nemîne.
Demîrtaş, anî ziman ku dixwazin HDP'ê li dervê siyasetê bihêlin û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê eger ku HDP di nava siyasetê de cih negire, wê demê wê Tirkiye têk biçe.