Çeteyên Qesrê li Elmanyayê ketin nava tevgerê
Çeteyên Qesrê yên ser bi Erdogan, ku li Bakurê Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dikin, bi fermana nû ya Erdogan re xebatên xwe yên li Elmanyayê zêde kirin.

Tora rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî (UETD) û Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DITIB), bi rê û rêbazên nû re li dijî Tirkiyeyî û gelê Kurd ên li dijî AKP'ê û Qesrê rêxistinbûyîneke nû ya çete ava kir.
Ev rêxistinbûyîna çete ya bi dizî hatiye avakirin, di bin navên 'Komîteya Tirk a Nû ya Elmanyayê', 'Welatparêzên Sebixwe' çalakiyan pêk tîne. Ev çete dixwazin rêxistinbûyînên li derveyî AKP'ê jî tevlî xwe bikin û li hemberî gelê Kurd li Elmanyayê êrîşeke topyekûn bide destpêkirin.
Rojnamevan/Nivîskar Zana Azadî di encama lêkolînên xwe de roja 6'ê Mijdara 2015'an têkildarî vê rêxistinbûyînê nivîsek weşandibû û bi belgeyan raxistibû pêş çavan ku ev rêxistinbûyîn veguheriye navenda rêxistinbûyîna DAIŞ'ê.
Ev rêxistinbûyîna çete wê niha li gelek bajarên Elmanyayê, li dijî tevgera azadiyê ya Kurd di 10'ê Nîsana 2016'an saet di 16:00 de çalakiyên hemwext lidar bixe. Di banga xwe ya ji bo van çalakiyan de jî dirûşmên nîjadperest ên weke "Rabin neviyên Osmanî, dem dema li Ewropayê rabûna ser piyan e, dema nîşandana hêza Tirk e, li dijî Kurdan rabin ser piyan" bi kar tîne. Her wiha di banga xwe de dibêje "Wê artêşa ewlekariyê ya Tirk a profesyonel" beşdarî meşan bibin. 'Ewlekariya' vê rêxistinbûyîna çete ji aliyê ekîba parastinê ya Erdogan a li Elmanyayê ve tê kirin.