Li Nantesê civînên gel
Hevserokê Konseya Rêvebe ê KNK’ê Zubeyîr Aydar di civîna gel a li bajarê Nantesa Fransayê de axivî û wiha got: “Hemû planên hikûmetê îflas kirine. AKP hemû hesabên xwe li ser Kurdan dimeşîne.”

Li bajarê Nantes ê Fransayê li Komeleya Civaka Demokratîk a Engîn Sîncar têkildarî rewşa siyasî civîna gel hat lidarxistin.
Di civîna ku bi rêzgirtinê destpêkir de Aydar axivî û diyar kir ku Gelê Kurd li hember qetlîamên AKP’ê ya li Kurdistanê li ber xwe dide û bi ser ketiye.
Aydar bal kişand ku Sûr, Cizîr û Silopiya li hember artêşa 2. a NATO’yê şerekî bi rûmet dimeşîne û wiha anî ziman: “Gelê û ciwanên li wir berxwedaneke destanwarî bi rê ve dibin. Leşker û AKP’yî ji şerên ku AKP û Erdogan dane destpêkirin aciziyên xwe tînin ziman, em vê dizanin. Planên hikûmetê hemû îflas kirine. AKP’ê hemû hesabên xwe li ser Kurdan dimeşîne.”
Aydar anî ziman ku gelê Kurd her demê ji muzekereyan re amadeye û sermuzekerevan jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hevserokê Konseya Rêveber ê KNK’ê Zubeyîr Aydar wiha axivî: “Bi Rêbertiya me re têkiliyên me qut bûne. Eger muzakereyê bixwazin jî navnîşan Îmralî ye. Sedemên herî bingehîn ên ji aliyê hikûmeta AKP’ê xirakirina muzakereyan destkeftiyên li Rojavan e, serkeftina HDP’ê ye. Îro li Rojava Federesyon hatiye îlankirin.”
Aydar bi bîr xist ku Tevgera Azadiya Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê berpirsiyar e, divê Kurdistaniyên li Ewropa dijîn hê zêdetir piştgiriyê bidin têkoşîna Bakurê Kurdistanê.
Aydar bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Sûr, Cizîr û Silopiyayê dayî destpêkirin bibin. Piştî axaftinên Aydar civîn bi pirs û bersivan berdewam kir.
Civîna gel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serokê Me” bi dawî bû.