Ji Strasboûrgê ji bo berxwedana Terana Jêrîn piştgirî
Li Strasboûrgê bi armanca piştevaniya bi têkoşîna berxwedanê ya li gundê Terana Jêrîn a Gurgumê civînek piştgiriyê hate lidarxistin.
Li Strasboûrgê bi armanca piştevaniya bi têkoşîna berxwedanê ya li gundê Terana Jêrîn a Gurgumê civînek piştgiriyê hate lidarxistin.
Li Strasboûrgê bi armanca piştevaniya bi têkoşîna berxwedanê ya li gundê Terana Jêrîn a Gurgumê civînek piştgiriyê hate lidarxistin. Di civîna ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin de nîqaş hate kirin ku çima bi taybet dikin Sûriyeyiyan li 360 donim axa gundê Terana Jêrîn a ku ji bilî du gundên Kurdan, gundê di nîveka mirovên ji baweriya Elewitiyê lê dijîn bi cih bikin.
Di civînê de hat diyarkirin ku dema penaberên ji Sûriyeyê tînin Tirkiyeyê mirov li kiryarên wan ên li Elewî û Kurdên li Sûriyeyê binêrê, ev fikar û şkandina hizûra gundên Kurd û Elewî yên li herêmê rewşek bi hêsanî tê fêmkirin e.
Di civînê de bal hat kişandin ku eger kampa navborî bê avakirin û 27 hezar Sûriyeyî bên bicihkirin, bê hizûrtî û xofa gundiyan wê bigihêje asta ku nayê kontrolkirin, hate ziman ku zêdetirî bûyerên berê li kampên Mereş, Dîlok, Hatay û Kîlîsê wê bên rojevê.
Di civîna kus ed kes tevlîbûn de komîteya îcra û şopandina pêvajoyê ya ji 10 kesan hate avakirin. Peyam hate dayîn ku li cem gundiyên bi nobeda li cihê bajarê konteynirê ketin berxwedanê cih digirin.
Beşdarvanên civînê biryar dan ku 10’ê Nîsanê dîsa li hev bicivin, her wiha biryarên wek dest bi kampanyaya îmzeyê kirinê, têkîldarî rewşê derdorên berfireh agahdarkirinê, bi kesên di nav berxwedanê de pêdiwî danînê hatin girtin.