Li Bremenê civîna gel a ji bo Kampanya Malbata Bira
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di civîna Kampanya Malbata Bira ya li Bremenê de got, "Ji ber hovîtiya dewletê li Cizîrê bi sedan zarok sêwî man. Avakirina stargehekê ji van zarokan re wezîfeya wijdanî ya me hemûyan e."
ANF
BREMEN
yekşem, 3 avrêlê 2016, 07:14
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz beşdarî civîna gel a li bajarê Elmanya Bremenê ya ji bo Kampanya Malbata Bira bû û got, "Ji ber hovîtiya dewletê li Cizîrê bi sedan zarok sêwî man. Avakirina stargehekê ji van zarokan re wezîfeya wijdanî ya me hemûyan e."
Di çarçoveya Kampanya Malbata Bira ya ji bo destekkirina Sûr, Cizîr û hemû herêmên ji aliyê çeteyên AKP'ê ev hatine xerakirin de, li eyaleta Bremen a Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin.
Civîn ji aliyê NAV-DEM Bremenê e hat organîzekirin û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz weke qiseker tevlî bû. Sariyildiz bibîr xist, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avakirina jiyana nû hat destpêkirin, lê belê ji ber lîstikên tarî yên çeteyên dûvikên dewleta AKP'ê, pêvajoya binçavkirina bi hezaran mirovan û piştre jî bi êrîşa li Amedê re bi dawî bûye.
Sariyildiz da zanîn, ku li Cizîrê bi sedan mirov ji aliyê hevkariya çeteyên dewleta Tirk û DAIŞê ve hatine qetilkirin û hînê cenazeyên gelek sivîlên li jêrzemînan hatine ukştin, nehatine wergirtin. Sariyildiz got, "Di nava raya giştî de bi zanebûn ji aliyê dewleta AKP'ê û çeteyên wan ve hin spekulasyon tên kirin. Divê mirov ji wan bipirsin; di salên 1990'î de li Cizîrê yan jî li cihên din ên komkujî lê hatin kirin, xendek hebûn? Ku îro di ser xendekarn re propaganda gemarî dikin."
Sariyildiz diyar kir, bi tevlîbûna li Kampanya Malbata Bira re wê birînên malbatên zerar ji dagirkeriyê dîtine bê pêçandin û ji birînên zarokên sêwî re bibe merhemek. Sariyildiz got, "Di çarçoveya Kampanya Malbata Bira de malbat bi hev re têkiliyê datînin û em ji navberê derdikevin. Ew bi xwe alîkariya hev dikin. Em bi tenê dibin navbeynkar."
Sariyildiz da xuyakirin, ku kampanya ji aliyê gelek saziyan ve tê meşandin û diyar kir, bi rêya hesabên medya civakî yên wî bi xwe (@FaysalSaryldz) ev saziyên kampanyayê dimeşînin dikarin werin peydakirin û tevlîbûn li Kampanya Malbata Bira re bê kirin.
Sariyildiz got, "Ji ber wehşeta dewletê ya li Cizîrê bi sedan zarok sêwî man. Berpirsyariya wijdanî ya me hemûyan e ku em ji van zarokan re stargehê amade bikin" û ev bang kir: "Em ji malbatên ku mala wan nemaye re bibin malbata parêzvan. Ev banga min li tevahiya gelê me yê li Ewropayê ye. Eger her meh em 100-150 Euro alîkariyê bidin malbateke em jê re bibin parêzvan, ev ê hêzê bide wan."
Di civînê de nûnerên gelek saziyan û gelek şexsiyetan banga destekkirina kampanyayê kirin.
Hat ragihandin, yên dixwazin li Bremenê tevlî kampanyayê bibin dikarin serî li rêveberên NAV-DEM'ê bidin.