Tevgera Sadr: Nabe ku Kurd li derveyî rêveberiya Iraqê bên hiştin

Muqteda El Sadr ê li Herêma Keska Bexdayê çalakiya rûniştinê pêk tîne, da xuyakirin ku avakirina hikûmeta nû daxwaza wan e û ew ji bo vê yekê di nava hewldanan de ne.

Sadr işaret bi du wezîrên Kurd di nava hikûmeta nû de kir û diyar kir, ew li benda desteka fraksiyona Kurdistanê ya li parlamentê ye.

Endamên Tevgera Sadr, ku têkoşîna hikûmeta li Bexdayê ya li hemberî nelirêtiyê têr nabînin û ji bo vê jî çalakiya bêîteatiya sivîl pêk tînin, dan zanîn ku ew ji bo avakirina desteya nû ya wezîran ew di nava hewldanan de ne. Berdevkê Tevgera Sadr Elî Smîsm li Herêma Kesk ji malpera Xendan a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî û got, "Weke Tevgerê em destekê didin desteya nû ya ji aliyê Haydar Ebadî ve hatiye pêşkêşkirin û ji hemû parlamenteran jî vê helwestê hêvî dikin. Yên ku deng nedin avakirina hikûmetê, divê helwesta gel a li hemberî wan bibînin."

Berdevkê lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda El Sadr destnîşan kir ku divê di desteya nû de Kurd ji sedî sed hebin û got, "Li gorî rêjeya Kurdan divê xwedî temsîlkaran be. Ji bo vê jî em li bendê ne Tifaqa Kurdistanê destekê bide. Kurd yek ji girîngtirîn pêkhateyên Iraqê ne û nabe li devreyî rêveberiya Iraqê werin hiştin. Di vê pêvajoya dijwar a li Iraqê de em li bendê ne Koma Kurdistanê û lîderên siyasî yên Kurd ji bo avakirina desteya nû ya wezîran destekê bidin."

Berdevkê Tevgera Sadr bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên navbera partiyên Kurd û tevgera wan ên di dema têkoşîna li hemberî dîktatoriya Baas û got, "Tevgera Sadr bi Kurdan re xwedî têkiliyeke dîrokî ye û hêviya me jî ji ber vê yekê ye."