YPG-YPJ’ê li Pragê nûnertî vekir

Nûnertiya YPG/YPJ’ê îro li paytexta Komare Çek Pragê hate vekirin.

Nûnertiya fermî ya YPG/YPJ’ê îro li paytexta Komare Çek Pragê bi tevlîbûna gelek nûnerên Çek û Rojavayî hate vekirin.

Di vekirina Nûnertiyê de li ser navê Kantonên Rojava Serokê Komîsyona Karên Derve yê Kantona Cizîrê Dr. Ebdilkerîm Umer, Berpirsa Karên Dîplomasî ya YPG’ê Nesrîn Ebdullah, Berpirsê Buroya Ewropa ya YPG’ê Îman Derwêş amade bûn.

Derwêş li vir axivî, kêfxweşiya xwe ya ji vekirina buroyê anî ziman û spasiyên xwe ji rêveberên Komara Çekê re ragihandin. Her wiha Derwêş diyar kir ku piştgirya Ewropa û welatên din ên cîhanê bidin wê di têkoşîna li dijî çeteyan de hêzê bide wan.