Belgeyên têkîliya Tirkiye-DAIŞ’ê pêşkêşî NY hatin kirin
Hate destnîşankirin ku di belgeyan de agahiyên têkîldarî Tirkiye bi rêyên îllegal ji qadên ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê dagir kiriye re çek û cebilxane dişîne hene.
Hate destnîşankirin ku di belgeyan de agahiyên têkîldarî Tirkiye bi rêyên îllegal ji qadên ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê dagir kiriye re çek û cebilxane dişîne hene.
Rûsya belgeyên têkîldarî pêwendiyên Tirkiye û DAIŞ’ê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY kir.
Hate destnîşankirin ku di belgeyan de agahiyên têkîldarî Tirkiye bi rêyên îllegal ji qadên ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê dagir kiriye re çek û cebilxane dişîne hene.
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vîtaliy Çûrkîn, belgeyên diyar dikin ku Tirkiye bi rêyên derveyî qanûnî ji qadên di bin kontrola DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê re çek û cebilxane dişîne, pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY kir. Li gor îdîayan, ji Tirkiyeyê madeyên kîmyewî yên qasî 2 mîlyon dolaran ji Sûriyeyê re hatiye şandin.
Di belgeya pêşkêşî Konseya Ewlehiyê hate kirin de ev îfade cih girtin:
“Tirkiye, bûye avakarê eslî yê çek û teknolojiya leşkerî ya ji bo DAIŞ’ê. Li Tirkiyeya ku ji bo vê armancê tevahî rêyên derveyî qanûnan bi kar tîne, Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) yê vê giştî organîze dike, sewqiyatê bi wesayît û konvoyon alîkariyên mirovî pêk tînin.”
“Endamên îstîxbarata Tirk, di nava meha Çileyê de çekên kalîbreyên 7,62 mm û 12,7 mm û roketavêjên RPG-7 dane mîlîtanên Eniya Şamê. 25’ê Çileyê jî Weqfa Parastina Maf û Azadiyên Mirovan ji bo mîlîtanên DAIŞ’ê bû sponsorê 55 ton xurek û malzemeyan. Sponsorê esasî yên sewqiyatan jî bû Weqfa Beşar.”
“Weqfa Beşar a di peydakirina çek, ekîpmanên leşkerî û alîkariyê de dezgeha herî bi bandor e, 50 konvoy şand ji Tirkmenên Bayirbûcak û Kiziltepe. Çavkaniyên fînansa eslî ya Weqfê jî bi fermî wek alîkariyên kesên taybet û gelemperî tên xuyakirin, lê di bin vî navî de çavkanî ji Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) diherike. Weqf bi alîkariya hikûmetê, li bankayên Tirkiyeyê û derveyî welat hesaban vedike.”
Di belgeyên Rûsyayê pêşkêş kirî de tê gotin ku ji komên çete yên li Reyhanli, Ezaz, Qamişlo û Cerablûsê ji ser xeta sînor, madeyên taqemeniyê û madeyên kîmyewî ji Sûriyeyê re tên şandin.