Strana Elmanî ya Erdogan dîn kir, heta niha ji aliyê 6 mîlyon kesî ve hat guhdarîkirin

Vîdeoya 'Erdowi, Erdowo, Erdogan' a Elmanî, ku bi hinceta 'henekê' xwe bi Serokkomarê Tirk Erdogan dike hişyarî ji Sefîrê Bilind ê Elman re hatibû dayîn, di asta rekorê de heta niha lê hatiye temaşe û guhdarîkirin.

Vîdeoya 'Erdowi, Erdowo, Erdogan' a Elmanî, ku bi hinceta 'henekê' xwe bi Serokkomarê Tirk Erdogan dike hişyarî ji Sefîrê Bilind ê Elman re hatibû dayîn, di asta rekorê de heta niha lê hatiye temaşe û guhdarîkirin. 

Roja 17'ê Adarê di bernameya 'Extra 3' ya li qenala NDR a Elman, dîmenekî ku bi zimanê heneko balê dikişîne ser polîtîkayên zordar ên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, hatibû weşandin.

Di vîdeoya bi serenavê 'Erdowi, Erdowo, Erdogan' de stran li ser zextên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanan, mafên mirovan, jinê, hêzên demokratîk û Kurdan, hatibû çêkirin.

Hînê hefteyek di ser weşandina stranê re derbas nebûbû, Wezareta Karên Derve ya Tirk yekser bang li Sefîrê Bilind ê Elmanya yê li Enqereyê kir. Ji Sefîrê Bilind re aciziya ji ber dîmenê li qenala NDR hat weşandin, hat ragihandin.

Ev strana ku bû sedem Sefîrê Bilind ê Elman bê hişyarkirin, di asta rekorê de bal kişand. Dîmen heta roja Pêncşemê li ser Yoûtûbe ji aliyê aliyê 4 mîlyon kesî ve hatibû temaşekirin. Ev hejmar duh bi şev gihaşt 6 mîlyon 122 hezar kesî.

Li ser vê reaksiyonê bernameya Extra 3 roja Çarşemê heman dîmen vê carê bi jêrnivîsa bi Tirkî weşand. Ev bernameya roja Çarşemê jî ji aliyê 880 kesî ve hat meşakirin.

Lînkên dîmen û strana Erdogan dîn û har kiriye, hem bi rengê xwe yê orjînal, hem jî bi jêrnivîsa bi Tirkî ev in:

https://www.youtube.com/watch?v=349VWBGICUQ

https://www.youtube.com/watch?v=R2e2yHjc_mc