Wekîlên HDP'ê: Bila her kes biherike Amarayê
Wekîlên HDP'ê ku amadekariyên meşa Amarayê kontrol kirin, bal kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û her kes dawetî meşa Amarayê kirin.
Wekîlên HDP'ê ku amadekariyên meşa Amarayê kontrol kirin, bal kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û her kes dawetî meşa Amarayê kirin.
Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Mahmut Togrul, Muslum Dogan û Alîcan Onlu ku ji bo 67'emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Rihayê, li Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê ya Xelfetiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Xwarziya Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan, li ser navê wekîlan axivî û her kes dawetî meşa Amarayê kir.
'PÎROZBAHIYÊN ÎSAL JI SALÊN BORÎ GIRÎNGTIR IN'
Ocalan anî ziman ku meşa Amarayê û çalakiyên wê ji salên borî girîngtir in û wiha got: "Wê di 4'ê Nîsanê de peyamên girîngtir bên dayîn. Nêzî 5 sal in bi Birêz Ocalan re ti hevdîtin pêk nayên.
Ev feraset wê bi ti awayî çareserî û aştiyê pêk nîne. Wê pîrozbahiyên îsal ji salên borî zêdetir bi girseyî bên pîrozkirin."
'EM AMEDENE KU HEMÛ GELÊ XWE PÊŞWAZÎ BIKIN'
Ocalan wiha banga tevlibûna meşê li gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê kir: "Divê ji çar aliyan her kes tevlî vê meşê bibin. Divê her kes biherike Amarayê. Wê banga şer neyê kirin, berevajî wê banga aştiyê bê kirin."