YPG: Çeteyan êrîşî bendava Tişrîn û gundê Mekmenê kirin
Navenda Ragihandina YPG’ê têkîldarî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya 1’ê Avrêlê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Navenda Ragihandina YPG’ê têkîldarî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya 1’ê Avrêlê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“1’ê Avrêlê saet 00.00-03.30’an û 12.00-14.00'an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran 2 êrîşên cuda birin li ser başûrrojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
1’ê Avrêlê saet 12.00'an de di çeperên çeteyên DAIŞ’ê ya başûrê Cerablûsê de teqîneke sedemê wê naye zanîn pêk hatiye. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê teqandinê de nehatiye zelalkirin.
1’ê Avrêlê di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî rojhilatê gundê Mekmen a giredayî Şedadê bi çekên giran êrîşek dan destpêkirin. Êrîşên çeteyan heta 2’yê Avrêlê saetên sihorê berdewam kiriye.”