Ûlûsoy: Eniyeke bi heman rengî divê Ewropayê jî bê avakirin

Nûnerê Partiya Sosyalîst a Bindestan ê Ewropayê Ziya Ûlûsoy diyar kir, avabûna Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hesreta salan e û got, "Bawerî daye gelên Kurd û Tirk. Eniyeke bi heman regî divê li Ewropayê jî were avakirin."

Nûnerê Partiya Sosyalîst a Bindestan ê Ewropayê Ziya Ûlûsoy diyar kir, avabûna Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hesreta salan e û got, "Bawerî daye gelên Kurd û Tirk. Eniyeke bi heman regî divê li Ewropayê jî were avakirin."

TŞYG ku ji hevgirtina tevgerên şoreşger ên Kurd û Tirkiyeyî pêk tê û çend roj beriya niha hat ragihandin, li eleqeyeke mezin rast tê. Nûnerê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Ewropayê Ziya Ûlûsoy vê rêxistinbûyînê weke hesrta bi salan pênase kir û destnîşan kir, ku vê yekê di nava gelan de rê li ber coş û baweriyeke mezin vekiriye. Ûlûsoy da xuyakirin, ku tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî nînin û got, "Aliyê avakirina eniyekê û li hevgirtina gelên me qels e. Mixabin mîrateyeke me ya bi vî rengî nîne. Halbûkî tevgera şoreşger a 1971'ê gaveke bi vî rengî ya piştevaniyê avêt. Ji bo revandina Mahîr Çayanan, Denîzan çalakiyek pêk anî. Sîxurê ku Kaypakkaya û Sînan Cemgîl îxbar kir, kuşt. Piştevaniyek ebi vî rengî nîşan da Ji bo em hêza xwe bi çend qatên din zêde bikin, me nekarîbûn vê kevneşopiyê bidomînin. Mînak, Eniya Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê hebû. Ew jî ji aliyê naverokê ve nehat pêşxstin. Di salên 90'î de yekîtiya hêzê hat avakirin, tiştên baş kir, lê mayînde nebû. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP bûn rêxistinbûyîneke mayînde. Ji xwe me destketiyên vê hevgirtinê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dîtin."

'BI YEKÎTIYÊ RE EM DIKARIN BERSIVÊ BIDIN ÊRÎŞÊN AKP'Ê'

Ûlûsoy da zanîn, AKP a nikare xwe li van destketiyan rabigire dest bi êrîşê kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê AKP'ê di 5'ê Hezîranê de li mîtînga Amedê, wekî din li Pirsûs û Enqereyê bi pêkanîna komkujiyan re bersiv da. Êrîşên di nava van 6 mehan de hatin girtin, gelekî zêde bûn. Rewşeke aloz û tirsnak afirand û bi vî rengî xwest gelan teslîm bigire. Ji ber vê yekê bi tank û topan bajara xera kirin. Gelê me bi baweriyeke gelekî mezin li hemberî Erdogan û generalên wî yên kirêt ên kujer, bersivê dide. Ev ciwan bedenên xwe li hemberî faşîzmê dikin sîper û mesajê didin me: 'Bi hev re tevbigerin, eniyekê ava bikin'. Ev ferman e û wasiyet e. Em ê jî bi vê wasiyeta şoreşger re dilsoz bin. TŞYG li ser vê bingehê ava bûye. Dibe ku hêza hinekan ji me zêde, hinekan jî kêm be. Lê dema em van bikin, yek wê mezintir bibe. Li hemberî êrîşên bi xwîn ên van, em ancax bi vî rengî dikarin bersivê bidin. Ji xwe van rêxistinan li Rojava tevî YPG'ê têkoşîneke hevpar meşandine, berdêl dane. Rêxistinên ku di nava tabûra enternasyonal de şer kirine. Lewma kelecan û germaniya şoreşa Rojava heye. Li ser vê bingehê bi pêş dikeve. Baweriya ji xwe û daxwaz heye."

'METROPOL WÊ BIBIN RÊBAZÊN NÛ YÊN TÊKOŞÎNÊ'

Ûlûsoy ragihand bi vê hevgirtinê re wê rêbazên nû yên têkoşînê jî der bibin û destnîşan kir, ev hevgirtin wê rê li ber têkoşîneke li dijî faşîzmê veke. Ûlûsoy got, "Ji parastina bajarên Kurdan heta avakirina bendên li taxên gelên me yên pêşverû yên li metropolan, wê rêbazên cuda yên têkoşînê bi xwe re bîne. Ev enî wê mezintir bibe. Ji ber ku wê hesab ji kujerên xwîna mirovên me rijandine, bipirse. Li taxan wê li hemberî terora polîsan bend bên danîn. Ev berxwedan wê bandoreke ramanî û moralê li gelê me bike."

Ûlûsoy tevgerên ku heta niha xwe ji têkoşîna şoreşgerî vegirtine rexne kir û anî ziman, di dema nû de qada bingehîn a têkoşînê meşa bi Kurdan re ye.

'DIVÊ EM LI EWROPAYÊ JÎ AVA BIKIN'

Ûlûsoy da xuyakirin, ku tevî bandora li Kurdistan û Tirkiyeyê, TŞYG wê li Ewropayê jî rê li ber kelecanekê veke û got, "Ev enî wê bandoreke mezin li Ewropayê jî bike. Li Ewropayê bi HDK an jî rêxistinbûyeke din re dikare hevgirtina xwe bidomîne. Eger Kurd û Tirkiyên pêşverû di vir de hêza xwe bikin yek, wê li Ewropayê jî di gelek qadan de encam bê girtin. Her wiha bi komên antî faşîst, sazî û partiyên demokratîk ên li Ewropayê re dikare tifaqan bikin û yekîtiyê bafirînin. Bi vî rengî em dikarin bandorê li raya giştî ya Ewropayê bikin û faşîzma Tirkiyeyê teşhîr bikin."