FEDA’yê wiha got: “Em bang li Elewiyên Kizilbaş û komên baweriya Rêya Heq dikin ku lîstîk û kemînên nû yên AKP’e li Mereşê dike vala derxin û li her derê li ber xwe bidin, li kolanan vê zîhniyetê teşhîr bikin û bisekinînin.”
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku dîroka Komara Tirkiyeyê dîrok qetilkirin, koçberkirin, asîmîlasyona dîrok, gelan û komên baweriyê ye.
FEDA’yê got ev zîhniyeta xwe di şert û demên cuda de bi desthilatî û amûrên cuda dewam kiriye, wiha dewam kir: “Li Dêrsim, Koçgîrî, Sêwas, Gazî û li hember gelek komên baweriyê yên Elewî Kizilbaşên Kurd qetlîam pêk anîne û komarek qetilkirinê ye.”
FEDA di dewama daxuyaniyê de ev gotin: “Gelê eslî û xwecihî yê Mereşê komên bawerî yê Kurdên Elewî ne. Mereş a gelê Mereşê ye. Yên dixwazin di bin navê ‘penaberan’ de bi cih bikin, çeteyên wek DAIŞ, El Nûsra ne. Ev bi destê AKP’ê plana bargeh ji bo van çeteyên dijminê gel û baweriyan avakirinê ye, plana din av van gel û baweriyan de şer û qetlîamên nû derxistinê ye. AKP’e jî vê dike. AKP’e DAIŞ û El Nûsra ye. Em careke din wek Federasyona Elewiyên Demokratîk FEDA bang li tevahî Elewiyên Kizilbaş dikin. Em bang li Elewiyên Kizilbaş û komên baweriya Rêya Heq dikin ku lîstîk û kemînên nû yên AKP’e li Mereşê dike vala derxin û li her derê li ber xwe bidin, li kolanan vê zîhniyetê teşhîr bikin û bisekinînin.
Divê tevahî gel, baweriyên demokratîk û bindest, wek ên bi ser Mereş, Kurd, Elewî, Kizilbaşan hatiye mîna bi serê wan de hatiye bigirin dest, dengê xwe bilind bikin û xwedî helwest bin.”