Çelebî yê polîsan li Wanê înfaz kirin ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin

Cenazeyê Ûmût Çelebî yê 28’ê Adarê li sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê ji aliyê çeteyên qesrê hate înfazkirin, li Êlihê bi merasîmeke ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê Ûmût Çelebî yê 28’ê Adarê li sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê ji aliyê çeteyên qesrê hate înfazkirin, li Êlihê bi merasîmeke ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê Ûmût Çelebî (Pale Berxwedan) yê ku çeteyên qesrê 28’ê Adarê di serdegirtina sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a Îpekyolûyê de înfaz kirin, piştî ji aliyê malbatê hate teşxîskirin anîn Êlihê. Cenazeyê Çelebî li Çiyayê Kira yê li ser rêya Êlih-Sêrtê bi awayekî qelebalix hate pêşwazîkirin, heta Goristana Asrî hate birin. Girseya li ber girtîgeha Êlihê kom bû, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” cenaze pêşwazî kirin, dayik Şukran Çelebî wêneyê kurê xwe rahiştê, ji gel xwest ku di nava tilîliyan dirûşm bên berzkirin.

Girseya cenaze wergirt ber bi Goristana Asrî ve kete rê. Di pêşiya meşê de posterên Çelebî, siniya heneyê ya bi kesk, sor û zerê hatî xemilandin cih girtin. Meşa cenaze li ser rê ji aliyê gel hate pêşwazîkirin, li goristanê bi dawî bû. Piştî wecîbeyên olî, bi merasîmek nîzama leşkerî di ber “sirûda Ey Raqîp” rêz hate girtin. Di merasîmê de findên li ser tepsiya heneyê hatin pêxistin, bal kişand ku jinan li destê xwe kirin. Bav û dayika Çelebî yên bi sebrek mezin li ser lingan sekinîn, axaftinên kurt kirin.

Bav Ebedîn Çelebî di merasîmê de axivî, diyar kir ku ji aliyê gel xwedîderketina kurê wî serbilindî ye, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijî Kurd û Kurdistan.” Dayik Şukran Çelebî jî wiha axivî: “Şehîdê min şehîdê Kurdistanê ye. Pale, malbat û jiyanek taybet red kir, ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê berê xwe çiyayên Kurdistanê. Di encama têkoşîn û berxwedanê de jiyana xwe ji dest da û îro bû şehîd û zavayê Kurdistanê. Ji ber we em tenê nehiştin û tevlî daweta lawê min bûn ez spasiya we hemûyan dikim. Em îro Pal eli axa Kurdistanê defin dikin û ez wî zavayê Kurdistanê îlan dikin.”

Piştî axaftinên dayik û bavê Çelebî, li ser cenazeyê Çelebî qûrnefîl hatin danîn, heta gora ku wê bispêrin axê anîn. Cenazeyê Çelebî li gora rex cenazeyên kesên ku di pêvajoyên dawî li qadên berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê çeteyên Qesrê hatine qetilkirin hate oxirkirin.

Sersaxiya Çelebî wê li Mala Şînê ya Taxa Çarşi bê qebûlkirin.