Şehîdên Cizîrê li Essenê hatin bîranîn
Şehîdên xwerêveberiyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de hatin bîranîn.
Şehîdên xwerêveberiyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de hatin bîranîn.
Şehîdên xwerêveberiyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir de hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de ji YJK-Elmanya Zozan Mêrdîn û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş axivîn.
Şehîdên Cizîrê li bajarê Elmanya Essenê bi civînekê hatin bîranîn. Zozan Mêrdîn li dû deqeyeke rêzgirtinê dest bi axaftinê kir û got, "Vî gelî her tim li ber xwe daye û di sedsala 21'an de jî li ber xwe dide. Em îro hem weke gel hem jî weke gerîla li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî dewletên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê têdikoşin. Divê em zanibin, barê me gelekî giran e. Gelo di salên 90'î de xendek hebû, ku 17 hezar kes bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin. Dema Saddam bi çeka kîmyewî 18 hezar Kurd qetil kir hingî xendek hebû? Rejîma Îranê hînê jî Kurdan îdam dike, gelo li wir xendek heye? Eger îro rejîma AKP'ê karibe bi Kurdan, ingî wê sibe Elewî, Êzidî, Sûnî û hindikahiyên din ên li Tirkiyeyê jî bitepisîne."
Ji Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş jî bal kişand ser wehşeta mezin a li Kurdistanê û got, "Dijminê li hemberî me bi komkujiyan re mirovahî qedandiye, lê li hemberî vî dijminî hêzeke li ber xwe dide heye. Ruhê Apoyî, ruhê PKK'ê mirovahiyê diparêze. Li ser navê mirovahiyê şer dike."
Aktaş işaret bi Hefteya Lehengiyê jî kir û Mazlûm, Egîd, Bêrîtan, şehîdên berxwedana xwerêveberiyê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir, Fûat Karabaş, Ramazan Gumuş, Kader Sakar, Mahmût Doymak, Selîm Tûray, Abdullah Îvedî, Sema (Bişeng Kolanç), Şiyar, Azîz Yoral, M. Saît Arslan, Taybet Arslan, Azîme Asan, Omer Baran, xwişk û birayên hev Yasemîn û Dengdav, Dîlber Bozkûrt û Armanc Canfeda bibîr anî.
Piştî nîşandana sînevîzyonê, xwarina xêrê hat belavkirin.