'Heta Ocalan azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin'

Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Fûat Kav bal kişand ser pêkanînên taybet ên li hemberî Ocalan û got, "Li Îmraliyê îşkenceyeke taybet heye. Divê CPT derhal bikeve nava tevgerê."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 17 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin, ev saleke nikare kesî bibîne. Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Fûat Kav bal kişand ser pêkanînên taybet ên li hemberî Ocalan û got, "Li Îmraliyê îşkenceyeke taybet heye. Divê CPT derhal bikeve nava tevgerê."

Kav, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên xwe yên ji bo azadiya Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

'EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBE'

Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî kengî hat damezrandin?

Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî di sala 2012'an de ava bû. Piştî meşa dirêj a ji Swîsreyê heta Strasboûrgê û greva birçîbûnê ya 52 rojan a li Strasboûrgê, rêxistinbûyîneke bi vî rengî çêbû. Ev rêxistinbûyîn ji dema avabûna xwe heta roja îro, bi daxwaza azadiya Birêz Ocalan xebitî, dixebite. Bi giranî li ser pirsgirêkên azadî, tenduristî û tecrîda li ser Ocalan çalakiyan lidar dixe, raya giştî agahdar dike, panel û semîneran organîze dike. Ji ber ku ev pirsgirêk yekser bandorê li me dike û me dixe nava lêgerînekê. Em car carna bi rayedarên Parlamenta Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re hevdîtinan dikin. Azadiya Ocalan û pirsgirêkên pê re rû bi rû ye, rojeva me ya bingehîn e. Ji hingî ve me hin çalakî kirin. Ya herî girîng jî nobeda bêdawî ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de me li ber CPT'ê lidar xistin, bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbat jî di nav de ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikare bi kesî re hevdîtinê bike. Bi dîtina we, di vir de armanc çi ye?

Bingehê şerê îro li Kurdistanê tê meşandin, di sala 2014'an de ji aliyê AKP'ê ve hat danîn. Armanc modela Srî Lankayê bû. Li wê derê Pilingên Tamîlê hatin tesfiyekirin. AKP'ê jî xwest li Kurdistanê vê bike. Bi salan taktîka mijûlkirinê bi kar anî. Di destpêkê de wê çek bida danîn û dûre tesfiye bikira. Plana Erdogan ev bû. Piştî ku di hevdîtinên bi Birêz Ocalan û PKK'ê re fêm kirin çekdanîn ne pêkan e, şerê qirkirinê xist dewrê. Ev yek jî bi tecrîdkirina bi Birêz Ocalan re da destpêkirin. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve Birêz Ocalan di nava tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Em nizanin li wir ç diqewime. Bi rastî jî rewşa wî ya tenduristiyê baş e yan nebaş e? Rewşa wî çi ye, em pê nizanin. Di rewşa heyî de şerê qirkirinê yê ji aliyê AKP û Erdogan ve tê meşandin yekser bandorê li Ocalan dike. Nîşaneya vê bandorê jî tecrîd e.

'PÊWÎSTE CPT BI LEZGÎNÎ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Li hemberî tecrîdê li qada navneteweyî ti hewldaneke we çêbû?

Belê li PE, KE û CPT hewldanên me çêbûn. Di salên 2015, 2016'an de me kon vedan, em ketin nava hewldanan. Me bi nûnerên hemû saziyan re hevdîtin kirin. Daxwazên xwe ji wan re ragihandin. Wan jî hin soza dan me.

Sozên çawa?

Rayedarên CPT dan zanîn, ku ji ber hiqûqa dewletan ew nikarin dest li rewşa Ocalan werin, lê belê li nava KE û PE dikarin bikevin nava hin hewldanan. Anîn ziman, ku ew dizanin pirsgirêkên cidî yên tenduristiya wî nîne. Piştre me bi hin parlamenterên PE re hevdîtin kirin. Wan jî ji me re gotin, 'Ancax bi hewldanên welatên DYA, Îngilîstan, Fransa û Elmanyayê re ev pirsgirêk karibe were çareserkirin'. Heta cihekî dibe ku ev rast be, lê ev saziyên me bi wan re hevdîtin kirin jî xwedî mîsyonekê ne. Mînak; mîsyona CPT heye. Ya ku îro li Ocalan tê kirin îşkenceyeke gelekî giran e. Em niha nizanin li wir îşkenceyeke fîzîkî heye yan na. Lê belê ev sazî dikarin biçin û bibînin bê heye yan na. Ya duyemîn; eger mafên girtiyan tê binpêkirin, hingî li wir ji xwe îşkence heye. Ji ber ku her girtî û hikumxwar xwedî gelek mafên bingehîn e. Ji van mafan a herî zelal; heftane hevdîtina bi malbatê re ye. Niha gelek mafên Abdullah Ocalan tên binpêkirin. Lewma divê CPT bi lezgînÎ bikeve dewrê.

'LI HEMBERÎ OCALAN PÊKANÎNA TAYBET HEYE'

Hûn salên dûr û dirêj li girtîgehê hatin ragirtin. Polîtîkaya îro li hemberî Ocalan tê meşandin, gelo normal e? Li hemberî her girtiyî tê meşandin?

Hemû biryarên têkildarî Birêz Ocalan tên girtin, taybet in. Ti ji van pêkanînan qanûnî nînin. Mafên girtiyan ên di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hatine nivîsandin, ji Ocalan re nayên dayîn. Li Girava Îmraliyê statuyeke taybet heye û li hemberî Birêz Ocalan pêkanînên taybet tên meşandin. Ne di destûra bingehîn de, ne jî rêvebernameya girtîgehê de polîtîkayeke bi vî rengî heye. Nabe ku hevdîtina girtiyekî bi malbata xwe re, mafê çapemenî weşanê bê astengkirin. Ev yek bi temamî pêkanîneke kêfî ye. Lewma em bi fikar in. Dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê bombeyan li bajaran dibarîne, zarokan, jinan, extiyaran qetil dike. Vê yekê li pêş çavên tevahiya medyayê dike. Bifikirin zîhniyeteke bi vî rengî li pêş çavan her tiştî dike, gelo wê li pişt deriyan çi neke?

Weke komîteyê, li hemberî tecrîdê hûnê di dema pêş de çi bikin?

Em ê çalakiyên xwe yê berê bidomînin. Hewldanên me wê bi israr dewam bikin. Ji bilî însiyatîfa me gelek saziyên kurdan ji bo aadiya Ocalan têdikoşin. Di vir de ya girîng ew e ku daxwaza azadiya Ocalan ji raya giştî ya cîhanê re bê ragihandin. Armanca bingehîn a me hemûyan azadiya Ocalan e.

Sibe wê li gelek navendên Ewropayê çalakî werin lidarxistin. Di 5'ê Nîsanê de jî TJK-E wê li Strasboûrgê li pêş van saziyan çalakiyan zincîra ji mirovan lidar bixe. Armanca bilêvkirina daxwaza azadiya Ocalan e.

25'ê Hezîranê jî di nobeda ji bo azadiya Ocalan a li Strasboûrgê de ku dikeve sala xwe ya 4'an, endamên komîteya me, nûnerên saziyên Kurdan û rewşenbîr wê hefteyekê nobedê bigirin. Heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên me dewam bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van çalakiyan derkeve û beşdar bibe.