Tirsê, ‘hezkirina welat’ têk bir, tîmên taybet belav dibin

Di şer û çalakiyan de bi sedan JOH û POH hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn.

Di şerê ku AKP’ê ji 24’ê Tirmeha 2015’an û vir ve li dijî gelê Kurd îlan kiriye de polîsên tîmên taybet roleke sereke dilîzin. Di şer û çalakiyan de bi sedan JOH û POH hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn.

Ji ber zêdebûna windahiyan nêzî 1000 polîsên tîmên taybet daxwazname nivîsîn û xwestin ji vê şaxê derkevin. Daxwaznameyên tîmên taybet ên xwestin derbasî ‘xizmeta giştî’ bibîn, nehatin qebûlkirin.

Li gor nûçeyên ji saziyên weşanê yên nêzî çavkaniyên polîsan, Midûrê Giştî yê Emniyetê Celalletîn Lekesî bi xwe kete dewrê, hewl da tîman îkna bike. Lekesîz ji 62 Midûriyetên Emniyetê ya Bajêr re talîmata nivîskî şand, xwest kirîz bê çareserkirin.